Komkujiya li dijî malbata kurd li Kanadayê hat şermezarkirin

  • 12:31 1 Tebax 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya nîjadperest a li Konyayê li dijî malbata kurd hat kirin li li Torontoyê ya Kanadayê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
 
Li Torontoyê Kurdistaniyan ji bo têkoşerên azadiyê û 7 kurdên ku li Konyayê bi êrişa nîjadperest hatin kuştin deqeyekê rêz girtin.
 
Di çalakiyê de bi dirûşman hat gotin, ''Freedom for Kurdistan'', ''Tirkiye Kurdan dikuje'', ''Kujer Erdogan biteqize'',''Bijî azadiya Kurdan''.
 
Gel li cihekî şên ê bajêr North York Civîc Centreyê kom bû, belavokên ku li ser wêneyên kesên ku hatibûn qetilkirin hebûn, hatin belavkirin. Her wiha di belavokan de êrîşên qirker jî hatin vegotin.