Ji ber ku avhewa diguhere ji milyonek zêdetir kes mirine

  • 16:09 23 Tîrmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYA - Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya NY'yê, guhertina avhewayê bûye sedem ku di nav 50 salên dawîn de ji milyonek zêdetir mirov bimirin. 
 
Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), derbarê guhertina avhewayê de daxuyaniyek da û hin daneyan 49 salên dawîn parve kir. Li gorî nûçeya ku DW'yê derbas kiriye, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê  Petterî Taalas, li Cenevreyê têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku ji ber hişkesalî, lehî, bayê li seranserê Cîhanê ji milyonek zêdetir mirov mirine. Taalas, destnîşan kir ku piraniya baranên zêde nîşaneya guhertina avhewayê ne û wiha got: "Bi germbûna atmosferê re zêdetir nem kom dibe. Ev jî dibe sedem ku bi bayê re zêdetir baran bibare û tê wateya rabûna lehiyan. Di navbera salên 1970-2019'a de li seranserê Cîhanê 650 hezar kes ji ber hişkesaliyê mirine. Ji ber bayê 580 hezar kes û ji ber lehiyê jî 59 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye. Pîleyên germê yên derveyî şertên demsalan jî bûne sedem ku 56 hezar kes bimirin."