Dê êdî li Misrê êrîşa zayendî sûc bê hesibandin

  • 12:41 12 Tîrmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Nûneran a Misrê, sererastkirina qanûnê ya ku êrîşa zayendî ya li hemberî jinan sûc dihesibîne erê kir. 
 
Bi sererastkirina qanûnê ya li Mirsrê re wê gûmanbarên êrîşa zayendî herî kêm bi 5 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. Heta niha herî zêde sal û nîvek ceza dihat dayîn.
 
Meclisa Nûneran a Misrê bi sererastkirina qanûna ku erê kir re di rewşa ku êrîşa zayendî ya bi komî de ya li gel çekê jî herî kêm 7 sal cezayê ku bê dayîn erê kir. 
 
Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Netweyên Yekbûyê ve di 2013'an  de hat kirin, hatibû diyarkirin ku ji sedî 99,3'yê jinan bi awayekî êrîşa zayendî li wan tê kirin  û ji sala borî de jî ev sûc her ku diçe zêde dibe."