Li Îranê dengdana ji bo hilbijartina serokkomartiyê îro destpê kir

  • 13:05 18 Hezîran 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê dengdana ji bo hilbijartina serokkomartiyê dest pê kir.
 
Li Îranê tevî hemû nerazîbûn û boykotê jî dengdana ji bo hilbijartina serokkomariyê dest pê kir. Tê payîn li seranserê Îran, bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê rêjeyek kêm dengên xwe bikarbînin.
 
Dengdan di saet 07:00’an de destpê kir, ya balkêş heya niha hilbijartin her tim di saet 08:00’an de dest pê dikir. Hemû partiyên kurdan, muxalefetên li Rojhilat û Îranê, tevlî hilbijartinê nabin û boykot kirine. Boykot jî ji ber rewşa xirab ya siyasî, aborî û jiyanî ya Îranê tê kirin.
 
Li gorî daneyên fermî, di hilbijartinên vê carê de mafê 59 milyon û 310 hezar kes heye ku dengên xwe bikarbînin.