Li cîhanê hejmara zarokên karker gihaşt 160 milyonî

  • 14:01 10 Hezîran 2021
  • Cîhan
 
STENBOL - Li gorî rapora UNICEF û ÎLO’yê ya têkildarî zarokên karker, li gorî salên borî hejmara zarokên karker zêde bûye û gihaştiye 160 milyonî. Di raporê de hişyarî hat kirin ku heta dawiya salê bi milyonan zarok li vê rêjeyê zêde bibin. 
 
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) rapora xwe ya derbarê zarokên karker de ku ji 4 salan carekê amade dikin aşkera kirin. Li gorî raporê li seranserê cîhanê piştî çend salan careke din hejmara zarokên karker zêde bûye û gihaştiye 160 milyonî. Di raporê de hişyarî hat kirin ku heta dawiya salê 46 milyon zarok li vê rêjeyê zêde bibin.