Di qezeya trenê ya Pakistanê de 30 kes mirin

  • 10:25 7 Hezîran 2021
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Pakistanê di encama qezaya trenê de herî kêm 30 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.
 
Trena diçû Karaçiyê, li nêzî Daharkî ya li bakurê wîlayeta Sindê ya Pakistanê ji rê derket û li treneke ku ji aliyê din ve dihat ket. Li gorî agahiyên destpêkê yên berdevkê polîsan herî kêm 30 kes mirine. Li gorî agahiyan gelek kes di nava trenê de asê mane.
 
Tren û bi hezaran kîlometre şiba trenê ya ji dema mêtingeriya Îngiliz mane, li Pakistanê timî dibin sedema qezayên trenê. Ji ber karên nelirê, rêveberiya nebaş û kêmaniya razemeniyê, şiba trenê û tren nayên nûkirin.