Aktivîsta jin a girtî derxistin destûra tıbî

  • 15:20 6 Gulan 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktivîsta siyasî Fatameh Musenna ya li Îranê girtî ji ber tendûristiya wê ya giran ew derxistin destûra tibî.
 
Aktîvîsta siyasî Fatameh Musenna ya ji 2012’an ve heta niha li girtîgeha Evînê ya li Îranê girtî ji ber tendûristiya wê ya giran 2 meh destûra tibî danê. Tevî destûra tedawiyê ya ji aliyê bijîşkan ve  bi mehan hatibû dayîn dîsa jî Fatameh nedihat dermankirin. Di sala 2012’an de Fatameh û malbata wê tev ji hêla rejîma Îranê ve tên binçavkirin. Fatameh bi zarok û hevjinê xwe re tê girtin. Zarokên wê ji ber temenê wan biçûk bûn piştî mehan hatin berdan.
 
Fatameh a ji hêla Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve hatibû darizandin, dema destûra wê ya tibî bi dawî bibe wê carek din biçe girtîgehê û dê 15 salên din jî di girtîgehê de bimîne.