Tevî belevbûna koronayê li Îranê dibistan vebûn

  • 16:33 5 Îlon 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê tevî belavbûna vîrûsa koronayê jî îro dibistan vebûn. Vekirina dibistanan ji aliyê Saziya Tenduristiya Îranê ve hate rexnekirin.
 
Li Îranê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Serokkomarê Îranê Hesen Ronahî bi vîdeokonferansekê dibistanekî paytexta Îranê Tehranê bi nîşandana vekirina hemû dibistanên Îranê vekir. Serokê Saziya Tenduristiya Îranê Mihemedreza Zeferqendî bi nameyek ji ber vekirina dibistanan Wezîrê Perwerdeya Îranê hişyar kir, rexneyên tund lê kir û xwest ku biryara xwe ya vekirina dibistanan li ber çavan re derbas bikin.