Wezîra Edaletê ya Lubnanê Marie-Claude Najm îstifa kir

  • 14:07 10 Tebax 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî teqîna li Bêyrûda Lubnanê sê wezîran îstîfa kir û her wiha çalageran jî daxwaza destpêkirina lêpirsîneke navneteyî kirin.  
 
Li Lubnanê piştî teqîna li Beyrûtê ku 158 kesan ji ber jiyana xwe ji dest dan û 6 hezarî zêdetir kes birîndar bûn, îstifa didomin. Wezîra Edaletê Marîe Claûde Najm diyar kir ku îstîfa kiriye. Beriya wezîra edaletê, Wezîrên Ragihandin û Jîngehê jî îstîfaya xwe pêşkêş kiribûn. Di rojên dawîn de nêzî deh parlementeran jî îstîfa kirin. Tê diyarkirin ku ev îstîfa li dijî rêveberiya siyasî ya welat e. Tê payin ku ev îstîfa wê bidomin.
 
Fransa û Neteweyên Yekbûyî ji bo piştgiriya Lubnanê konferansek lidarxistin. Di vê konferansê de 250 milyon eûro alîkarî hat berhevkirin. Fransayê 30 milyon eûro da. Rayedarên NY û Fransayê diyar kirin ku divê ev alîkarî bigihêje gel.
 
Piştî şerê navxweyî yê di sala 1991’an de civaka navneteweyî alîkariyeke mezin da Lubnanê. Di konferansên salên 2001, 2002, 2007 û 2018’an de bi milyaran eûro alîkarî şandin ji Lubnanê re. Lê rêveberên Lubnanê 30 sal in aboriyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.
 
Gelê Bêyrûdê li qadan in. Çalakger dixwazin pergal were guherandin û rêveber hesap bidin. Di çalakiyan de hat destnîşan kirin divê derbar teqînê de lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin. Lê roja înê Serokkomar Mîchel Aoûn lêpirsîna di warê navneteweyî de red kiribû.
 
Di teqîna 4’ê Tebaxê de herî kêm 158 kes miribûn, 6 hezar kes birîndar bûbûn û hê 20 kes jî winda ne.