Ji ber vîrûsa koronayê 30 milyon kesên din dê birçî bimînin

  • 13:29 6 Tebax 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna saziya bi navê FEWS NET'ê ya li 46 welatan, li gorî sala derbasbûyî li van welatan wê zêdeyî 30 milyon kesên din birçî bimînin.
 
Lêkolîna bi navê Tevna Sîstemên Hişyarkirina Pêşî ya Birçîbûnê (FEWS NET), pirsgirêkên aboriyê yên ji ber şewba vîrûsa koronayê (covid-19) li 46 welatan rû dan û metirsiya birçîbûnê ya ji ber vê yekê hate nirxandin. Li gorî vê yekê di sala 2020'an de wê li van welatan 1130 milyon kes hewcedarê alîkariya xurekê bin. Ev hejmar li gorî texmînên FEWS NET ên beriya şewba covid-19 bi 25 qatî zêdetir e.
 
Di lêkolînê de hat ragihandin ku tedbîrên ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewbê yan jî xweparastina ji şewbê bûn sedem ku gelek mirov li cîhanê bêkar bimînin û hat destnîşankirin, li gelek welatan budçeya ku normal ji bo xurekê dihate veqetandin ji neçarî ji bo tenduristiyê hatine veqetandin. Her wiha ji ber girtina sînoran û bi sînorkirina bazirganiyê, karê bazirganiyê jî lawaz bûye, lawaziya aboriya global jî bûye sedema kêmbûna hatineyê.
 
Di lêkolînê de hat diyarkirin ku ji ber şewbê bernameyên alîkariyê yên ji bo welatên rojava û rojhilatê Efrîkayê nekariye bi cih bên anîn û hate ragihandin ku birçîbûn wê bandoreke giran li van herêman bikin.