Pergala lihevkirinê tecawiz zêde kir

  • 14:47 7 Tîrmeh 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Gîneyê tecawizkarên ku qurbaniyên wan bi piranî zarokin, bi pergala di meriyetê de ye malbat û tecawizkar dema ku tecawizkar û malbat li hev bikin, kesê tecawiz dike ceza nagire.
 
Li Efrîkaya Rojava Gîne ku nifûsa wê 12,5 milyon e, êrîşên zayendî, nexasim ên li ser zarokan, van heftiyên dawî dîsa di rojevê de ne. Gulanê li gel helwesta raya giştî ya ji ber tecawiza li zarokeke du salî sûcdar bi destê malbatê hat xilaskirin. 
 
Li gorî daneyên fermî tenê li paytext Conakry her meh 150 sûcên tecawizê tên kirin. Li gorî saziya fermî ya Rêveberiya Parastina Zarokan di navbeyna Tebax û Cotmeha 2018'an de li paytextê 522 sûcên tecawizê pêk hatine û piranî jî nexdûr zarok in.
 
Li Gîneyê ya ku fikaran zêde dike ew e ku sûcdar tên efûkirin. Li gorî qanûnê heke malbatên mexdûran bi malbatan re li hev bikin tecawizkar ji ceza xilas dibin lê ku gilî bikin cezayê hepsê ji 5 salan heta bi 20 salan digirin.
 
Saziya civaka sivîl a bi navê Koalîsyona Jin û Keçên Ciwan a Gîneyê got, ''Heke em vê fenomena ku rê lihevkirinê vedike sînordar nekin piştî demek nêz wê tecawiz li hemû keçên ciwan ên Gîneyê bê kirin.''