Di nasnameyan de îbareya zayendê tê rakirin

  • 10:51 6 Tîrmeh 2020
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hollandayê îbareya derbarê zayendê de tê rakirin.
 
Li Hollandayê rêxistinên LGBT'yî demek dirêj bû ji bo ku îbareya zayendî ji nasnameyan bê rakirin têkoşîn didian. Têkoşîna wan bi encam bû. Hollanda biryara ku îbareyê ji nasnameyan rake da. Wezîrê Perwerde, Çand û Zanistê Ingrîd van Engelshoven, di nameya ku ji parlamentoyê re şand de, diyar kir ku di salên 2024-2025'an de wê îbareya zayendê ji nasnameyan bê rakirin, Yekitiya Ewropa (YE) jî diyar kir ku ev îbare wê ji pasaportan neyê rakirin.