Zarokek bi îşkenceya bavê xwe hat qetilkirin

  • 13:18 27 Gulan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê mêrê bi navê Riza Eşrefi zaroka xwe ya 13 salî di bin navê "namûsê" de bi îşkenceyê kuşt. 
 
Li Îranê mêrê bi navê Riza Eşrefi zaroka xwe ya 13 salî ya bi navê Romîna Eşrefî di bin navê "namûsê" de bi îşkenceyê kuşt. Hat diyarkirin ku Rominaya ku li Bajarê Taleşê yê Eyaleta Gilanê dijiya berê jî ji mal reviyaye û polîsan ew teslîmî malbata wê kirine. Her wiha Romina di dadgehê de nexwestiye her malê û diyar kiriye ku ger wê teslîmî malbata wê bikin bavê wê, wê bikuje. Lê ev yek ji aliyê dadger ve hatiye paşguhkirin. Li gor rêgezên dadgehên Îranê zarokek di wî temenî de divê radestî malbata xwe bê kirin. 
 
Romina dema raketibû ji aliyê bavê xwe bi îşkenceyê hat kuştin. Piştre radestî polîsan bû. Mêrê 35 salî yê ku Romîna xapand û ew revand jî ceza negirt. Aktivîstên mafê jinan ên Îranê bertek nîşanî vê yekê dan. 
 
Her wiha li gor zagonên şerîatê ew ê Riza ji pêkanîna kisasê ya tê wateya misilemeyê muaf bê girtin. 
 
Bertek hatin nîşandan
 
Li ser medyaya civakî li dijî cinayetên namûsê peyam hatin parvekirin û bertek hatin nîşandan. 
 
Jêderk: Euronews