UNÎCEF: Dibe ku bi koronayê re her roj bi hezaran zarok bimirin

  • 11:00 13 Gulan 2020
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - UNÎCEF, bal kişand ser lêkolîna zanîngeha Emerîkayê Johns Hopkînsê û diyar kirin ku li gorî lêkolînê li 118 welatan di nav 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarok bimirin. 
 
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) daxuyaniyek da û bal kişand ser rewşa vîrûsa koronayê ya ku li welatên hejar bi bandor bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li welatên xizan bêtir ji vîrûsê dê zarok bi bandor bibin. 
 
Di daxuyaniyê de ya ku UNÎCEF'ê dayî, ji sê senaryoyan ku di lêkolîna zanîngeha Emerîkayê Johns Hopkîns de pêşbiniya wan hatiye krin, ya herî xirab hatiye destnîşankirin. Di lêkolînê de astengbûna mafên tendiristiyê ya ji ber hewldana têkoşînê ya li dijî berbelavbûna Covîd-19'ê hat destnîşankirin, li gorî lêkolînê li 118 welatan di nav 6 mehan de dibe ku 1,2 milyon zarokên ku temenê wan kêmî 5'an be bimirin.
 
Li eynî welatan ji bilî van mirinan serê şeş mahan temenê wan kêmî 5'an 2,5 milyon zarok dimirin. Di daxuyaniya UNÎCEF'ê de tê diyarkirin di 6 mehên bê de ji ber kêmbûna tedawiyê ya beriya zayinê û piştî zayinê dibe ku 56 hezar û 700 jin jî bimirin. Di rewşa berdest de di nîv salê de 144 hezar jin ji ber van pirsgirêkan dimirin.
 
Midûra UNÎCEF'ê Henrîetta  Fore got ev bîlanço bi pêşketina bi dehan salan a ji bo kêmkirina mirina zarokan û jinan wê li ber avê bibe.
Henrietta diyar kir divê destûr neyê dayin ku jin û zarok bibin qurbana têkoşîna dijî virûsê.
 
Li gorî lêkolînekê ya di kovara The Lancet Global Healtê li wan welatan ku pergala wan a tendiristiyê kêm e, zincîra peydkirina dermanan û bidestxistina zad asteng dike, li ser kanên mirovî û darayî zextê çêdike.