Li Swîsreyê jin dê di 14'ê hezîranê de dakevin qadan

  • 10:27 8 Hezîran 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Swîsreyê jinan dê di 14'ê hezîranê li dijî newekheviya di navbera jin û mêran de dê dakevin qadan. 
 
Li Swîsreyê jinan ji bo grevê mezin amedekariyên xwe didomînin. Greva mezin a jinan dê 14'ê hezîranê pêk bê. Jin dê ji bo heqdesteke wekhev û wekheviya zayendî dakevin qadan. Piştî 28 salan careke din greveke bi wî rengî tê lidarxistin. Jinên Swîsreyê dê li her derê dev jî kar berdin, dest bi grevê bikin û jiyanê rawestinin.
 
Jinan di 14'ê hezîranê di sala 1991'an de nîvmilyon jin li dijî newekheviya zayendî daketin qadan. Jinên Swîsreyê ji sedî 20 ji mêran kêmtir heqdestê digirin. Her wiha ji sedî 70 jinên ku di qada çandiniyê de kar dikin tu qezencê nakin. Piştî li Îsyanya, Îzlanda û Belçîkayê, jinên Swîsreyê jî ji bo mafê xwe dê dakevin qadan û daxwaza mafên xwe bikin.