Piştî 20 salan li Fînlandiyayê hikûmeta çepgir

  • 17:51 6 Hezîran 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Fînlandiyayê Saûlî Nîînîsto bi awayekî fermî hikûmeta çepgir a navendî tayîn kir. Demokratê sosyal Anttî Rînne hat ser hikûmetê.
 
Anttî Rînne yê ku ji dêvila Jûha Sîpîlayê rastgir bû serokwezîr, di 20 salên dawîn de bû yekemîn serokwezîrê hikûmeta çepgir. Demokratên sosyal di hilbijartina 14’ê nîsanê de bûbûn partiya yekemîn lê ji ber rêjeya wan a dengan a 17,7 ji sedî, li hevkarên koalîsyonê digeriyan.  Demokratên sosyal hefteya borî, tevî çar pêkhateyên siyasî yên biçûk, li ser bernameyeke hevpar li hev kiribûn.