Demokratên Sosyal di hilbijartinên Danîmarkayê de bi ser ketin

  • 11:56 6 Hezîran 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Danîmarkayê roja çarşemê hilbijartinên giştî hatibû lidarxistin, Demokratên Sosyal di vê hilbijartinê de bi ser ketin.
 
Demokratên sosyal 26 ji sedê dengan wergirtin û di hilbijartinê de bi ser ketin. Populîstên ku li dijî koçberan jî bûn, têk çûn. Bi têkçûna populîstan re wê hikûmet ber bi îstîfayê ve biçe.
 
Tifaqa çepgir a navendî li parlementoyê ya ku 179 kursî lê hene, 96 kursî bi dest xistin. Partiya lîberal jî 79 kursî bi dest xist. Seroka Demokratên Sosyal Metter Frederîksen a ku tê payîn bibe serokwezîr, wê di warê koçberan de tund be.
 
Metten, sala borî projeyeke reformê pêşkêş kir a ku tê de dihat diyarkirin ku koçberên ‘ne ji welatên rojava’ di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de wan bişîne kampên Efrîkayê.  Li gorî texmînan wê Metteyê hikûmeta ji kêmtemsîlan ava be. Di meseleyên wekî perwerdehî, hiqûq û polîtîkayên koçberan de wê piştgiriyê ji çepgiran bixwaze. Lê ji bo domandina hikûmetê piştgiriya koalîsyoneke berfireh jê re hewce dike.
 
Danîmarka piştî Swêd û Fînlandiyayê bû sêyemîn welatê li bakur a ku piştgirî daye hikûmeta çepgir.