Li Ûgandayê hezaz pêk hat: Gelek kes winda ne

  • 15:20 5 Hezîran 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Bûdûda ya ku li rojhilatê Ûgandayê ye, ji ber barana zêde hezaz pêk hat û bi dehan kes winda bûn.
 
Li gorî Xaça Sor a Herêmî 150 li Ugandayê hezaz pêk hat û mal hilweşiyan. Di bûyerê de 5 kes mirine û 50 kes jî winda ne. Li herêma Badûdayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat. Li herêma Badûda ku her dem hezaz pêk tê, di sala 2018’an de ji ber ku ava çemekî rabûbû û 41 kes miribûn. Di sala 2010’an de jî dema ku erd heziyabû 100 kes miribûn.Wezaretê diyar kir ku li herêmê 100 hezar kes ji ber hezîna axê di bin xetereyeke mezin de ne.