Gelek jinan di damezrandina hikûmetê cih girtin

  • 13:48 30 Gulan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di dîroka Başûrê Afrîkayê de cara yekem, di damezrandina hikûmetê de gelek jin cih girtin. 
 
Serokê Başûrê Afrîkayê Cyril Ramavosa roja çarşemê damezrandina hikûmeta nû ku piraniya wê jin in ragihand. Tê zanîn ku di dîroka vî welatî cara yekeme ku hikûmeteke bi vî rengî ava dibe.
 
Gava erkdarkirina ku nîvê wezîran jin bin, ji mebesta ku Başûrê Afrîqiyayê têkeve nava hejmara kêm welatên, ku wekheviyê di navbera her du zayendan de çêdike. Cyril Ramavosa hikûmeta xwe ya nû îlan kir. Cyril da zanîn ku di dîroka welat de cara yekemîn ku nîvê wezîran jin in.