Li Pakîstanê herî kêm 500 zarok bi virûsa HIV'ê re dijîn

  • 13:33 25 Gulan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakîstanê her ku diçê virûsa HIV'ê belav dibe. Li gorî daneyan niha 700 kes û di nav de herî kêm 500 zarok bi virûsa HIV'ê re dijîn. 
 
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî her ku diçê virûsa HIV'ê belav dibe. Herî zêde li welatên Asyayê û bi taybetî li Pakîstanê belav dibe. Ji ber sedema pergala tenduristiyê di demên dawiyê de virûs zêdetir bû û bû sedema krîzê. Li bajarê Sînd a Pakîstanê ji bo bi sedan kesan teşhîsa HIV'ê hat dayîn. Li gorî rayedaran heta niha 700 kes virûsa bi HIV'ê re dijîn. Ji çaran sê zarokên dibin 12 salî de vî nexweşiyê re dijîn. 
 
Di meha adarê de ji bo hemû welatiyan test hat kirin. Her wiha li herêmê di meha nîsanê de her roj 2 hezar kes ji bo HIV'ê test kirin. Te gotin ku ji ber ku derziyek ji bo çend kesan tê bikaranîn bûye sedema belawbûnê. Di vê çarçoveyê de bijîşkek û zarokek hatin binçavkirin. Li gorî daneyên hikûmeta Pakîstanê li Sîndeyê  270 hezar, bi tewahiya welat 600 hezar bijîşikên sextê kar dikin. Her wiha ji be ku malbat xizanin nikarin tedawî bibin û derman bigirin.