Li Îranê 30 kesên ku yoga dikirin hatin girtin

  • 11:11 25 Gulan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 30 kesên ku ji jin û mêran pêk dihat yoga dikirin hatin girtin. 
 
Li gorî medyaya Îranê 30 kesên ku perwerda yogayê dikirin hatin binçavkirin û her wiha mamosteya yogayê jî hat binçavkirin. Li ser medyaya civakî ev nûçe derket rastî bertekar hat. Li bajarê Gorganê di malekî de perwerdeya yogayê dihat kirin. Li Îranê spora ku bi mêr û jin bi hev re dikin qedexeye. 
 
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê, Wezareta Dadê ya Bajêr, der barê mijarê de wiha got: "Kesên ku tevlî perwerdê bûn cil û bergên wan ne di cih de bûn."
 
Her wiha li Îranê perwerdeya ku li ser bedenê tê kirin qedexeye. Di sala 2017'an de ji hêla rêveberên sporê ya Îranê gelek perwerdeyên ku yên dansê ne li gorî birdoziya Îslamiye hat qedexekirin.