Ji bo tedawiya kurê xwe keça xwe ya 5 salî kirin qurban

  • 11:39 25 Nîsan 2019
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatêk li Afganîstanê ji ber ku kurê wan bi nexweşiya epilepsiyê ye zaroka xwe ya 5 salî bi zarokekî 12 salî zewicandin. 
 
Malbatêk li Kampa Penaberan a Şakrak e Sabz a Bajarê Heratê yê Afganîstanê dijî  û nikare debara xwe bike, ji ber ku kurê wan bi nexweşiya epilepsiyê ye zaroka xwe ya 5 salî bi zarokekî 12 salî zewicandin. Wekî qelen 3 hezar û 500 dolar ji bo keça xwe ya 5 salî girtin. Lê zarokê wan ên di nav nivîna de baş nebû û niha difikirin  ku du keçên xwe yên din ên ku hîn nebûne 5 salî jî bidin zewicandin.