Ji bo tedawiya kurê xwe keça xwe ya 5 salî kirin qurban 2019-04-25 11:39:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatêk li Afganîstanê ji ber ku kurê wan bi nexweşiya epilepsiyê ye zaroka xwe ya 5 salî bi zarokekî 12 salî zewicandin.    Malbatêk li Kampa Penaberan a Şakrak e Sabz a Bajarê Heratê yê Afganîstanê dijî  û nikare debara xwe bike, ji ber ku kurê wan bi nexweşiya epilepsiyê ye zaroka xwe ya 5 salî bi zarokekî 12 salî zewicandin. Wekî qelen 3 hezar û 500 dolar ji bo keça xwe ya 5 salî girtin. Lê zarokê wan ên di nav nivîna de baş nebû û niha difikirin  ku du keçên xwe yên din ên ku hîn nebûne 5 salî jî bidin zewicandin.