Mîhrîcana Fîlmorê eleqeyek mezin dibîne

  • 09:07 4 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Yek ji koordînatorên Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Gezîcî Fîlmmor Melek Ozman diyar kir ku hîna di sînemayê de serdestiya mêr heye û û got divê jin ‘qunçikan’ ji mêran re nehêlin û wiha got: “Di her şert û mercî de em ê çêkirina fîlîman bidomînin.” 
 
16’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Fîlmmor a Gezîcî ya Navneteweyî di navbera 30’ê Adar û 1’ê Nîsanê de li Îzmîrê pêk hat. Mîhrîcan rastî eleqeyek mezin hat û tevî polîtîkayên dijminê jin û hunerê jinan tîne cem hev. Yek ji koordînatora Mîhrîcanê Melek Ozman diyar kir ku mîhrîcan derfeta xwe îfadekirinê dide jinan û tecrubeyên xwe dikarin vebêjin.  Melekê di berdewamiyê de diyar kir ku desthilatdarî ji bo kes xwe îfade nekin tên avakirin.
 
‘Esasa wê refleksên jinan diyar dikin’
 
Melekê destnîşan kir ku ew wek ekîba Fîlmmorê her sal di mîhrîcanê de esasekê diyar dikin û got ev jî refleksên jinan ava dike  û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek sînemavanên Tirkiyeyê di her şertî de tevî her tiştî em ê fîlman çêbikin. Di pêvajoya ku sînema hatin girtin û salon ne bi ewle bûn Fîlmmorê di yekane salonê de neçar ma fîlmên xwe nîşan bide. Me heta karibû fîlm nîşan dan. salê 300-400 fîlm serî li me didin.”
 
‘Divê sînemavanên jin qadê ji mêran re nehêle’
 
Melekê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Fîlmmor bi îrade û piştgiriya jinê bi teşe bûye û wiha pê de çû: “Di mîhrîcanê de tenê metrajek kurt a Mîzgîn Mujde Arslan ya Kurdî a bi navê ‘Arîn’ cih girt. Di sînemaya Kurd de jî serdestiya mêr  heye. Sînemayek mêre yanî. Di sînemaya Kurd de jî gelek derhênerên jin hene. Divê derhênerên jin jî qunçikan vala nehêle.”