Di hunerê de li dijî sansurê taktîka ‘lêxe-bireve’

  • 09:13 3 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek
 
STENBOL - Hunermend Şukran Moral bertek nîşanî astengkirina parvekirinên xwe yên derbarê performansa wê de ya ji aliyê  Facebookê ve tên kirin, da û ew jî niha bi taktîka ‘lêxe-bireve’ li ber xwe dide. Şukran vê taktîkê wiha vedibêje: “Di rewşên lezgîn de pêşandanê hunerî û zimanê performansa nû ye.”
 
Yek ji hunermanda girîng a hevdem a Tirkiyeyê Şurkan Moral ku berhemên wê li her çar alî cîhanê tên pêşandan, balê dikşîne ser binpêkirinên li hemberî jinan û nekeheviyê.  Şukran ya ji Fakulteya Hunerên Xweşik a Zanîngeha Enqereyê mezun bû li Îtalyayê jî li Akademiyaa Belle Art di Roma beşa wêneyan qedand û di demên dawî de jî li dijî sansura zêde bûye berxwedan daye destpêkirin.
 
Şukranê yekem car di 1997’and e ji bo di Bîenalîna Stenbolê de cih bigire performans nîşan da û ji bo vê performansê bi dizî ket beşa mêran a hemama li Galatasarayê û tiştên hat jiyîn qeyd kir.  Şukranê di performansek din de jî bi rola jina di kerxaneyê ya Karakoyê de derket pêş.  Şukranê bi pêşangaha xwe ya ‘Evîn û Şîdet’ jî balkişand ser xwe. Şukran di vê pêşangehê de bi malzarokek xwînî derket pêşberî temaşevanan. Kesên di bin temenê 18’yî de negirtin pêşangehê û Şukranê di vir de balkişand ser mijarên ‘tecawiz, keçanî û renglê’.  Di vê demê  de jî yekem car bû şahida sansur û polîtîkayên zextê. Ev pêşangeha wê li Îtalyayê jî hat sansurkirin.
 
‘Ma qet te şerm nekir?’
 
Herî dawî pêşangeha wê ya bi navê ‘Leyla û Mecnun’ ji aliyê Facebookê ve bi hinceta ‘tazîbûn têde heye’ hat sansurkirin û li ser vê sebra Şukranê nema.  Şukranê diyar kir ku ev xebata xwe ya bi navê ‘Leyla û Mecnun’ yekem car di 2015’an de pêk aniye û got ev xebatek huneriye.  Şukranê diyar kir ku qaşo Facebookê peyama piştgiriyê jî jê re şandiye û   got ev peyman bi pirsa ‘ Hun ji vê parvekirina dij ahlaqî şerm dikin’ pêk hatiye. Şukranê bertek nîşanê peyamê jî da û got: “Min tiştekî jê şerm bikim nekir. Di esasê de dema we agahiyên taybet yên hezaran kesî parve kir şerm nekir?.” Şukranê diyar kir ku  di vê demê de li ser hunermendan zext zêde bûne û got ev li pêş xebatan nabe asteng.
 
Şukranê destnîşan kir ku ew li dijî zext û sansura li Tirkiye û cîhanê bi taktîka ‘lêxe-bireve’  berxwe dide û got: “Di rewşên lezgînde pêşandane hunerî û zimanê performansa nû ye.Tiştên li welat pêk tên wek hemû hunermandan min jî ji kurahî bi bandor dike.  Ez naxwazim li dijî hesta bêçaretiyê têk biçim.  Ji sansur, zext û tirsê ya ji min re bimîne performansên ‘lêxe-bireve’ ye. Di 20’ê Adara 2016’and e kesên bi bombeyên teqeiyan re ketin malên xwe min li qadan stranên xwe gotibû. Ez îro wek berdewama performansênxwe  li dîwaran dilan çêdikim.”