Hejmara Newaya Jin a nû bi manşeta 'Neyarên jinê û civakê dê têk biçin' derket

  • 12:22 2 Nîsan 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara rojnameya jinê ya nîsanê ku mehane û bi zimanê Kurdî-Tirkî weşanê dike bi manşeta 'Neyarên jinê û civakê dê têk biçin' derket. 
 
Hejmara Rojnameya jinê Newaya Jin a nîsanê hat weşandin. Hejmra 257'an a Newaya Jin bi manşeta 'Neyarên jinê û civakê dê têk biçin' û bi naverokek dewlemend hat weşandin. Di surmanşeta rojnemaya jinê Newaya Jin de du jinên enternasyonel a ji Amerikaya Latin  Alina Sanchez û ya ji Îngilistanê Anna Campbell ên ku di şoreşa rojava de jiyana xwe ji dest dan cihê xwe girtin. Di rojnameyê de cih ji daxuyaniya Komeleya Jinên Kurdistanê (KJK) ya derbarê jinên enternasyonlîst de hat veqetandin. 
 
'Li çiyayên Efrînê stranên lehengiyê olan dida'
 
Zeynep Kizilirmak a ku bûbû şahidê zindî ya êrîşên li ser Efrînê û li dijî vê yekê berxwedana gel, tiştên ku hatibû jiyîn di rûpela rojnameyê ya rojane de nivîsand. 
 
Ji Guler Yildizê 'rastiya medyayê'
 
Bi êrîşên Efrînê re 'yekrengiya medyayê' jî Guler Yildiz nivîsand. Gulerê anî ziman ku di pêvajoya şerê Efrînê de medya hemû bûn yek û tenê bi rengekî xebitî.
 
Hacer Altunsoy 'Polîtîqaya Rojava ya derbarê Kurdan de' nivîsand
 
Hacer Altunsoy bêdengî û helwesta Rojava ya li dijî êrîşên li ser Efrînê nivîsand û got ku polîtîqayên Rojava yên derbarê Kurdan de li ser berjewendiyê hatiye avakirin. Her wiha Hacerê anî ziman ku di her peymanên Rojava de Kurd tên qurbankirin. 
 
Pelşîn Tolhildan jî derbarê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nivîsand û got ku felsefeya Abdullah Ocalan sembola civakbûyinê ye.
 
Di heman demê de di hejmara 257'an a Newaya Jin de gotibêja Dilar Nîsêbîn a ku bi dayikên Efrînê re çê kiribû, cihê xwe girt. Her wiha makaleya Çigdem Zeylan a bi navê 'Vejîna rojê bi zayîna jinê ezda ye' û ya  Derûnas Bêrîvan Zîn Zal 'Ji bo zarokan tu der ne ewle ye' cihê xwe girt. Di heman demê de portreyên ku Berjîn Tekoşer derbarê hinek jinên di dîrokê de cihê xwe girtibûn hat weşandin.