Têkoşîna mafê telîfê ya projeya ‘Akilli Bidiklar’

  • 09:30 27 Adar 2018
  • Çand û Huner
STENBOL - Ulku Kahvecî îdia kir ku projeya bi navê ‘Akilli Bidiklar’ ya patenda wê girtiye ji aliyê nivîskarê anîmasyonê  Pete Docter ve bi navê ‘Insîde out’ ketiye meriyetê. Ulku ji bo projeya xwe ya ji noterê erêkirina wê girtiye bi tena serê xwe têkoşînê dide û li benda alîkariyê ye.
 
Ulku Kahvecî di 2005’an de ji bo ku xêzefîlmên bi fêde ji bo zarokan hilberîne derket rê, diyar kir ku wê metna senaryoya xêzefîlmê ‘Akilli Bidiklar’ nivîsiye û mafê telîfê yê vî fîlmî girtiye. Ulku bi lêv kir ku di 18’ê Adara 2008’an de bi numareya 1453’an ji noterê tasdîk girtiye û got projeya xwe şandiye sazî û dezgeyên cuda û got wê ji tu saziyî telîf negirtiye. Ulku bi lêv kir ku projeya xwe şandiye gelek kanalan û tiştên hatiye serê projeya wê wiha vegot.
 
Ulku îdia kir ku projeya wê di 2015’an de gihiştiye Şîrketa Pixar a li DYA’yê û bi navê ‘Ters yuz’ hatiye weşandin û got: “Kurê min agahî da min. Min fîlm temaşe kir û dît ku yê min e. Karekterên wê weke min nivîsî bûn.  Me di 2015’an de ji şîrketa Pixar re got û wan jî gotin berê hebû û li hincetan geriyan. Qebûl nekirin û pereyê wê nedan. Wan bi vê projeyê Kureya Zêrîn girt. Min ji wezareta Dadê re name şand  ku piştgiriyê bidin min.”
 
Ulku daxuyakirin ku wê projeya xwe şandiye ji TRT Çocuk re jî û TRT’yê jî projeya wê firotiye fîrmaya bi navê TMC ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Wê şîrketê jî proje firotiye welatekî din yê em nizanin.  Kompîtura min paqij bû û di destê min de tenê mafê telîfê ya noterê maye. Dadgeh wê projeyê ji Googleyê bixwaze. Ji sedî 95 fîlm aydê min e. Senaryo, fikr hemû aydê min e. Ez dixwazim rayagiştî ya Tirkiyeyê û wezaret dengê min bibihîze.”
 
Ulku Kahvecî îdia kir ku projeya bi navê ‘Akilli Bidiklar’ ya patenda wê girtiye ji aliyê nivîskarê anîmasyonê  Pete Docter ve bi navê ‘Insîde out’ ketiye piyasayê. Ulku ji bo projeya xwe ya ji noterê tasdîka wê girtiye bi tena serê xwe têkoşînê dide û alîkariyê dipê.