Derhêner Emîne Gezî Ustundag: Divê em wêrek bin

  • 09:04 24 Adar 2018
  • Çand û Huner
Evrîm Kepenek 
 
STENBOL - Emîne Gezîcî Ustundag a di 16’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan ya Fîlmmor a Gezîcî ya Navneteweyî de Xelata Piştevaniyê ya Jina Sînemavan a Hêviyê Dide ya Mor Kamera girt, diyar kir ku Fîlmmor hêz daye wê û wiha got: “Divê em bêtir wêrek bin.” 
 
Emîne Gezîcî Ustundag a di 16’emîn Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Fîlmmor a Gezîcî ya Navneteweyî de Xelata Piştevaniyê ya Jina Sînemavan a Hêviyê Dide ya Mor Kamera girt, banga ‘divê em bêtir wêrek bin’ li jinan kir. Emîneyê diyar kir ku ji ber fîlmê wê yê anîmasyon e ev ji bo wê gelek bi avantaj e û wiha got: “Bi vî awayî ez ji bo hemû pêvajoyan serdest bûm. Min hewce bi pir kesan û ekîbekê nedît. Min fîlm di du salan de qedand.” 
 
Fîlmmorê hêz da min 
 
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li cîhan û Tirkiyeyê derhênerên jin cidî nayên girtin lê jin bi berhemên xwe dikarin nêrînan têk bibin û wiha pê de çû: “Min bi fîlmê xwe yên Olçek serî li gelek mîhrîcanan da. Hemûyan jî bersiva neyînî dan. Xelatgirtina ji Fîlmmorê ji bo min gelek watedar e. Xuyaye ku jin bi hev re di piştevaniyê de ne. Hîskirina vê hêz da min. 
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Fîlmmorê di alî çêkirina fîlmên nû de jî cesaret daye wê û bang li hemû jinan kir ku divê hemû jin bi cesaret tevbigerin û got piştevaniya jinê mirovan xurt dike.