‘Derhênerên jin tevî hemû astengiyan pir serkeftî ne’

  • 09:32 13 Adar 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Gulten Tarhanaci diyar kir ku wek her qadê jin di derhêneriyê de jî bi cudakariyê re rû bi rû tên hiştin û tevî vê serkeftinên mezin bi dest dixin.
 
Yekemîn Hefteya Derhênerên Jin a Şaredariya Konakê ku îsal a ewil pêk hat bi esasa ‘Yên Ewil Nayên Jibîrkirin’ derket pêşberî temaşevanan. Di rojên fîlman de fîlmên 11 derhênerên jin hat nîşandan. Li Îzmîrê di navbera 1-9’ê Adarê de rojên fîlman pêk hat û derhênerên jin jî kir mêvan. Derhêner Gulten Tarhanci ku di organîzasyona mîhrîcanê de cih girt, derbarê mîhrîcanê de axivî.
 
‘Ji ber hewcedariya fîlmên jinan derket holê’
 
Gultenê diyar kir ku ew ji ber kêmasiya mîhrîcanek fîlmên metraja dirêj a derbarê jinan de ketine rê û got ji bo fonê bigirin jî bi Komeleya Karsazên Jin a Egeyî û Şîrketa TARKEM re ketine têkiliyê û wiha got: "Armanca me ev e ku em biguherin mîhrîcanek navneteweyî. 11 derhênerên fîlmên hatin nîşandan jî piştgirî dan mîhrîcanê. Ji ber hewcedariya fîlmên jinan ev derket holê.”
 
 ‘Jin wek her qadê li sînemayê jî cuda tê dîtin’
 
Gultenê diyar kir ku ji ber belavkaran erênî li fîlmên mîhrîcanê mêze nekirine tenê li çend salonan fîlm nîşan dane û got fîlmên derhênerên jin kêm in lê gelek serkeftî ne û wiha got: “Ji 10 derhêneran ancax yek jin e. Sedema vê jî ev e ku jin di alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Her wiha di lijneya Wezareta Çandê de jî sê jin cih digirin û ev jî dibe pirsgirêk. Dema ez fîlmên xwe dibim cem çêkeran, weke ku ez ji wan qerta krediyê dixwazim. Di her sektorê de jinan dikin plana duyem. Lê tevî vê em serkeftinên mezin bidest dixin.”