Hulya ya hat îxrackirin Seher kir mijara şanoyê

  • 10:01 8 Adar 2018
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
HATAY - Hulya Ateş ya hemşîreya 26 salan bû û bi KHK’ê hat îxrackirin wê bi lîstika şanoyê ya jinê ya yek kesî a bi navê ‘Seher’   di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de derkeve ser dikê. Hulyayê bi lêv kir ku bi îxrackirinê nikarin wan hepsî malê bikin û bang li hemû jinan kir ku lîstikê temaşe bikin.
 
Hulya Ateş hemşîreya 26 salan bû û li navçeya Îskenderun a Hatayê dijiya. Hulya Bi KHK’ê hat îxrackirin û piştre lîstikek şanoyê ya yek kesî amade kir. Hulya wê lîstika xwe di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bilîze û got karekterê ku dilîze jî Seher a di pirtûka Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de cih girtiye. Seherê daxuyakirin ku ji bo lîstikê bi taybet ev roj tercîh kiriye û  got ew li dijî îxracan dibêjin ew hene.
 
‘Ne mirin divê jiyan qezenc bike’
 
Hulyayê destnîşan kir ku wê 26 salan hemşîretî kiriye û wê bi wijdan hemşîretiya gel kiriye û got: “Du zarokên min hene. Min du mirov gîhandin. Bi rastî jî mirov in.  Min di qada sendîkal de peywir girt. Dema hatim îxrackirin hevseroka SES a Îskenderunê bûm. Piştî îxracê min tu car xwe neda alî. Ji ber ez xebatkara tenduristiyê me. Ne mirin divê jiyan qezenc bike."
 
Hulyayê bi lêv kir ku piştî îxrac bûye berê xwe daye şanoyê û got wê ji bo lîstika yek kesî gelek pirtûk xwendiye û çîroka Seherê ya di pirtûka Selahattîn Demîrtaş derketiye pêş wê û li ser vê dest bi lîstikê kiriye.
 
Hulyayê anî ziman ku ji Selahattîn Demîrtaş re nameyek nivîsiye û ji bo Seherê bilîze fikrên wî girtiye û Selahattîn Demîrtaş jî bersiva erênî daye.