Klama xwe ya 8'ê Adarê diyarî jinên karker û berxwedêr dike

  • 09:35 8 Adar 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
WAN - Amadekariyên 8'ê Adarê ku bi coşeke mezin hatin destpêkirin qediyan. Di çarçoveya van amadekariyan de dengbêj Mukkades ji bo ku balê bikşîne ser wateya 8'ê Adarê klama ku tê de jinên berxweder tên  vegotin diyarî 8'ê Adarê kir. 
 
Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê  re amadekariyên jinan ku hatin destpêkirin qediyan. Ji hunermendan heyanî esnafan herkes bi dengê xwe û rengê xwe wê 8'ê Adarê pêşwazî bike. Dengbêj Mukaddes Yildirim jî ji bo ku balê bikîşîne ser 8'ê Adarê  klama bi navê ‘8'ê  Adarê çê kir. Mukadesê di klama xwe de  jinên karker û berxweder vedibêje. 
 
‘Dîroka ku şaş hatiye nivîsandin jin ji nû ve dinivîsin’
 
Mukkadesê anî ziman ku jin li her deveran bi zorddestiyê re rû bi rû ne û got ku lê jin li hemberî mirin, kuştinan têkoşînê hildibijêrin  û  wiha axivi:” Ez destpêkê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê  li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Hevok têra vegotina jinên karker û têkoşer nake. Bi salane jin têne kuştin û girtin. Jin li hemberî pêkûtiyên dewletê  dibin bersiv. Jin ji bo gerdûnê hebûna herî pîroz e. Jin her tim bindestkirîne, ev yek jî sucê dewlet û malbatan e. Civakê tu car hebûna jinan nepijirandin e. Di xwazaya mêr û jinê de jiyana hevpar heye. Jin bi salane li hemberî hişmendiyê berxwe didin û dîroka ku şaş hatiye nivîsandin, ji nû ve dinivîse. Ji ber vê yekê jî 8'ê Adar vebûna kulîlkên azadiyê ye. Niha jî jin di bin siya OHAL'ê de ber bi 8 Adarê ve dimeşe. Jin li hemberî hemû qedexeyan û zextan xebatê xwe dide meşandin.”
 
‘Ji bo ku berxwedana 8'ê Adarê ez pir bi bandor kiribûm  min xwast ez klamêkê çê bikim’
 
Mukkadesê destnîşan kir ku ew klama xwe diyarî jinên berxwedêr dike û  got ku jin êdî nabin amûrê zordestiyê û wiha berdewam kir;”Ez hatime vî temenê xwe heyanî niha civakê her tim mafê me binpê kiriye. Deskeftiyên jinan her tim mîna yên mêran nîşan daye. Jinan li hemberî şerê mêran aşitî û azadî xwestiye. Ji bo ku dîroka jinan her tim zindî be, min pêdivî dît ku ez klamekê çê bikim. Ez  bi mehan ser vê klamê xebitîm. Di klama xwe de jî min zêdetir destnîşanî jina berxwedêr kiriye. Divê dîroka jinan neyê jibîrkirin. Jin ne jinên berê ne. Li her qadên jiyanê derdikeve û dibe serhildaneke xweser. Jin ber bi azadiyê ve diherikin. Ji bo ku berxwedana 8'ê Adarê ez pir bi bandor kirim, min xwest ez klamêkê çê bikim. Kîjan gavê ez xwe baş hîs nekim, ez klama 8'ê Adarê dibêjim, ji min re dibe moral. Ez klama xwe diyarî hemû jinên cîhanê û dayikan dikim. “
 
‘Ji bo jiyaneke azad,wekhev, hevpar werin em biherikin perqa Musa Enter’
 
Herî dawî Mukkadesê bang li hemû jinan kir ku tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê bibin û wiha got:”Rengê jinê rengê aşitiyê ye. Jin û aşitî pir dişibe hev. Jinên ku aşitiyê dixwazin, divê di  8'ê Adarê de biherikin qadan. Em jin bi hevre bi dengekî bi hêz qêrîna xwe bigihîjîn asîmanan. Ji bo jiyaneke azad, wekhev, hevpar werin em biherikin Parqa Musa Anter.”