Em dikarin tirsê bi hunerê bişkînin: Di 8’ê Adarê de biherikin qadan

  • 10:17 4 Adar 2018
  • Çand û Huner
EDENE - Hunermenda Şanoyê Rugeş Kirici diyar kir ku di bin zextan de zêdetir xwedî li 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê derketin û got ew dikarin tirsa tê afirandin bi hunerê bişkînin. 
 
Bernameyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dikin û îsal wê jin li dijî OHAL û hemû zextan dakevin qadan. Şanoger Rugeş Kirici ku bi lîstika ‘Bêrû’ derket pêşberî temaşevanan 8’ê Adarê nirxand. Rugeşê bi lêv kir ku ew gelek kêfxweş bûye ku di bin zextan de zêdetir xwedî li 8’ê Adarê hatiye derketin. 
 
‘Dixwazin jinan bêdeng bikin’
 
Rugeşê di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser zextan û bi lêv kir ku tê xwestin bi tirs û zextan desthilatdariyê ava bikin û got: “Êdî bîhna mirovan jî kontrol dikin. Di van şert û mercan de 8’ê Adarê bi awayekî xurt di rojeva me de ye. Ez vê gelek bi nirx dibînim. Bi taybet em di pêvajoyeke ku dixwazin jinan bêdeng bike de dijîn. Lê em çiqas vê tirsê belav bikin wê ev xwe xwedî bike û ji ber vê jî divê perda tirsê bê qelaştin.”
 
‘Zimanê siyasetê hişk bû’
 
Rugeşê her wiha balkişand ser şîdet, kuştin û êrîşên zayendî yên li hemberî jinan û daxuyakirin ku zimanekî mêr yê vê xwedî dike, tê bikaranîn û ev tişt daxuyand: “Ev nêzîkatiya dewlet û pergalê ya li hemberî jinê ye. Zimanê siyasetmedaran hişktir bûye. Piştevaniya jinan mezintir dibe. Ez şanogerim. Lê balkêşe ku min tu carî bi temaşevanan re ev coş neditîbû.” 
 
Rugeşê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku huner rê dide ber civakê û di hemû pêvajoyên zextxwir de hunermandan helwesta xwe li dijî vê nîşandaye û got: “Ji bo tirs bê şikandin huner hêzek mezine. Ez bang li hemû hunermend û jinan dikim ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan.”