'Werin di 8'ê Adarê de em bi tilîlî, stran û govendê desthilatdaran ker bikin'

  • 09:21 2 Adar 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
WAN - Bi nêzîkbûna 8 Adarê re koroya Koma Arjîn dest bi xebatên xwe kir. Koroya ku ji 9 jinan pêk tê  wê di 8'ê Adarê de bi stranên xwe govenda 8'ê Adarê geş bike. 
 
Bi nêzîkbûna 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê amadekariyan jî dest pê kir. Ji jinên karker heta jinên hûnermend jin wê 8 Adarê biherikirin qadan. Ji bo pîrozbahiya ku wê li 3'ê navendan bê kirin bi coş û kelecaneke mezin amadekarî tên kirin. Li navenda çand û hûnera Notaya 8'emîn  Koma Arjîn ji bo pîrozbahiya 8 Adarê dest bi xebatên koroyê kir. Armanca koroyê ew e ku di 8 Adarê de bi klamên xwe govenda 8 adarê geş bikin. Jinên ku di koroyê de cih digirin diyar kirin ku ew ê di 8 Adarê de bi stranên govendê qadê geş bikin û bang li hemû jinan kirin ku di 8'ê Adarê de biherikin qadan.
 
'Em ê bi stranên xwe qadên 8 Adarê tijî bikîn'
 
Ciwana bi navê Pervîn Kaplan a ku di koroya Koma Arjîn de cih digire anî ziman ku wê 8'ê Adarê bi govend, reng û dengê jinan bixemilin û wiha axivi;"8 Adar ji bo jinên cîhanê pir girîng û bi wate ye. Em wekî koma Arjîn dest bi xebatên koroyê dikin. Em dixwazîn bi stranên xwe qada 8 Adarê gerim bikîn. Gelê serhedê bi taybetî jî jinên serhedî gelek ji govendê hez dikin û ji ber vê yekê jî em ê stranên herî bi coş ji jinan re pêşkeş bikîn. Kelecane me jinan wê bi hev re watedartir bibe. Em ê bi klamên xwe qadên 8 Adarê tijî bikîn. Jinên Serhedê mîna her sal îsal jî dê bi awayeke bi coş  Adarê pîroz bikin. Her sal em jin ji bi hemû rengên xwe diherîkîn qadan û îsal jî wê jin bi tililî û qêrîna azadiyê navê xwe li dîrokê binivîsin. Di 8'ê Adarê de em ê her straneke xwe diyarî dayik û jinên berxwedêr bikîn.  Em ê bi hev re di  8 Adarê de li hemberî desthilatdariyê bibîn berxwedan."
 
'Herî zêde staranên govendê hene'
 
Jina bi navê Rewşen Babat jî bi lêv kir ku 8'ê Adarê roja berxwedanê ye û got ku ew ê di 8 Adarê de  govend û stranên jinan bigihîjin hev û wiha berdewam kir;" Ev heftiyeke me dest  xebatên koroyê kirine. Bi rastî her hevalek jin bi moral û kelecaneke mezin tevlî xebatên koroyê dibe. Di koma me de mêr cih nagirin. 8'ê Adarê bi berxwedana jinan pêk hatiye. Roja jinan di heman demê de tê wateya hevkariya berxwedana jinan. Bêgûman ew roj  ji bo her jinekê girîng e û di heman demê de ev roj yekitiya jinan jî temsîl dike. Me ji bo 8'ê Adarê 8 stran amade kirîne û em ê wan pêşkêş bikin.  Ji jinên karkerî, karmend heta bi hunermendan   em ê jin 8'ê Adarê bi hev re bi hemû rengên xwe pîroz bikin. Herî zêde jin di vê salê de ahtin qetilkirin, tacîzkirin û tecawizî wan hat kirin ji ber vê jî ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiya jinan heye."
 
 
'Em ê di 8'ê Adarê de bi tilîlî û govendê desthilatdaran ker bikin'
 
Rewşenê herî dawî bang li jinên serhedê kir ku di 8 Adarê de bi daxwaza azadiya jinan biherikin qadan û wiha got:"Jin ne tenê di 8'ê Adarê de her roj xwedî giyaneke berxwedêr in. Di cîhanê de herî zêde jin tên qetilkirin û mafê wan tê binpêkirin. Lê niha jin hemû qadan dikin qadên jiyanê. Em ê  di 8 Adarê jî bi hêzeke hevpar û kelecanek mezin li gel erbane û strananên xwe cihê xwe li ser dike bigirîn. Qada 8'ê  Adarê qêrîn û daxwaza azadiya jinan e. Werin em di 8 Adarê de bi tililî û govendê desthilatdaran  ker bikîn."