Cumartesî wê stranên xwe di 8’ê Adarê de ji bo jinan bêje

  • 09:07 1 Adar 2018
  • Çand û Huner
ÎZMÎR - Koma Cumartesî wê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi jinan re li qada bin. Koma Cumartesî ya sala borî di pêvajoya referanduma 16’ê Nîsanê de di eniya ‘Na’ de hatin cem hev, bi staranên ku gotin bal kişandin. Kom ji aliyê jinan ve her diçe zêdetir tê nasîn.
 
Endama damezrîner a komê Ozgu Ozuok e. Kom ji muzîkjenên proferasyonel û yên li enstrumanan didin pêk tê. Ozgu diyar kir ku piştî referandumê ji bo 25’ê Mijdar û bernameyên cuda yên jinan jî hatine vexwendîkirin û got vê carê wê ji bo 8’ê Adarê bên cem hev. Koma bi encamên xwe yên nû tên cem hev, ev sê meh in ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin. Koma navê xwe ji Dayikên Şemiyê girtiye bi gotinên xwe yên hîcîvî pergalê rexne dike û li aliyê din jî nêrîna jin tenê dikarin bibin solîst û vokalîst jî dişkîne. Koma xebatên xwe li atolya Civaka Rîtma Ahura dimeşînin, wê piştî 8’ê Adarê jî vê bihevrebûna xwe bidomînin.
 
Ozgu destnîşan kir ku pirsgirêka wan ya herî mezin hildana alavên muzîkê ne, nedîtina pergala denge û nebûna atoleyeyê û fînansê ye. Açelya Îçten jî daxuyakirin ku wê gotiye bi muzîka xwe piştgiriyê bide têkoşîna jinê û got nivîsandina stranan, lêdana alava muzîkê ya jinan gelek girîng e û divê zêde bibe.