Pirtûka helbestan a yekem a Meralê derket

  • 09:10 24 Sibat 2018
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Meral Bayram li dijî zîhniyeta serdest a mêr li dijî hemû astengiyan sekinî û xeyala xwe pêk anî.
 
Meral Bayram a ji zarokatiya xwe de bi wêje û helbestê re eleqedar e, tevî ku sal derbas bin jî dest ji vê berneda. Meral a zewicî û sê zarokên wê çêbûn, tevî şert û mercên bê derfet xeyalên xwe pêk anî û helbestê xwe di pirtûka bi navê ‘şopên îxanetê’ de kom kir. Meralê ligel pirtûkê pêşangeha wêneyan jî vekir û hatina ji pêşangehê jî ji zarokên malbatên xizan re wê veqetîne.
 
Meralê tevî gotinên ‘tu kewanî ye, yê helbestê binivîsî, çi bikî’ jî têkoşîna xwe berdewam kir û got: “Ez kevanî me. Demekê min Hevserokatiya HDP’a Çukurovayê kir. Ez helbestê dinivîsim, bi boyaxê tabloyan çê dikim. Bi hunerê re mijûl dibim. Min pêşangeha xwe ya yekem sê sal berê vekir. Ji 15 saliya xwe de helbestê dinivîsim. Piştî zewicîm jî min nivîsî.  Du sal berê min biryar da ku biweşînim. Beriya biweşînim fikrek min hebû. Min digot rojekê pirtûkê biweşînim ez ê hatina wê ji perwerdeya zarokên xizan re veqetînim.”
 
‘Baş e ku min guh neda kesî’ 
 
Meralê destnîşan kir ku di helbestên xwe de jin û zarok vegotiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybet min jin û zarokên ji ber şer rastî şîdetê hatibûn nivîsî. Min helbestên evînê jî nivîsî. Ez gelek rastî astengiyan hatim, rastî zehmetiyan hatim. Bi taybet axaftinên mirovên derdorê ez xemgîn kirim. Digotin ‘çi dikî wêne, helbestan’. Moralê min xera kirin. Min guh neda kesî. Ez niha gelek kêfxweş im û bi ser ketim."
 
‘Ya girîng em astengiyan ji holê rakin’
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hedefa wê ev e ku zêdetir pirtûkan derxîne û got ew sê meh şûn de çapa duyem dike û got ya herî grîng ev e ku astengyan ji holê rakin û got her jin jîr e û divê astengiyan ji holê rabike.