Berxwedana Serdemê bû helbesta ser ziman!

  • 09:08 22 Sibat 2018
  • Çand û Huner
KOBANÊ - Keça Kobanî Narîn Mûsî  li ser berxwedana Serdemê, helbestên berxwedanê, lehengî, zilim û zoradariya li ser gelê kurd dinivîsîne û bi helbestan vê zilmê vedibêje.
 
Li Kantona Kobanê Narîn Musî ku di temenê 11` salî de dest bi nivîsandina helbestê kir niha 17 saliye û keça welat herî zêde nuçeyên xwe li ser berxwedan û lehengiya kurdan dinivîse. Îro Narîn bi temenê xwe yê 17`salî helbestan li ser berxwedana Efrînê, zilm û zordariya ku gelê kurd tê re tê derbaskirin dinivîse. 
 
Ka em biçin zarokatiya Narîn bê ka xeyalên wê çi ne. Narîn dibêje ku di xeyalê her mirovekî de hezkirina xwendin û nivîsandê heye. Ji ber vê jî xeyalê Narînê ku bibe helbestvan û helbestan binivîse ye.
 
'Xwedîderketina li çandê girîng e'
 
Narînê diyar kir ku gelê kurd ji bo ku ji nû ve çanda xwe vegerîne çanda berxwedanê li ber xwe dide û ev tişt got: “Çanda nivîsandina hestên xwe, çanda gelê me ye. Divê ku em xwedî li çanda xwe derkevin û biparêzin.  Di zarokatiya xwe de min ji nivîsanindina helbestê hez dikir. Ji ber vê jî ez her dihizirîm û min hestên xwe dinivîsandin, dema ku ez biçûk bûm her yek ji me xeyaleke wê hebû xeyala min jî helbestvanî bû. Niha jî ez dinivîsim û distêrim.”
 
Divê çand bi destên ciwanan were parastin!
 
Narîn bang li tevahî ciwanan kir ku xwedî li çand û kevneşopiya xwe derkevin û got:”Pêwîste ku  gelê kurd binivîsandina dirokê ji nû heye. Di vê de jî berpirsyariya  ciwanê me hene. Divê  ku çanda bi destên ciwanan were parastin û nivîsandin.”
 
Hestên Narînê dibin helbest!
 
Narîn amadekariya helbestan a li ser berxwedana Efrînê dike.
 
Helbesta Narînê wiha ye:
 
"Ger av ji paş ve biherike
Ger Mirov li ser serê xwe bi meşe
Ger li şûna baranê xwîn birije
Gelê kurd ji doza Efrînê  venakişe"
 
Dîroka Me Di Hestên me de veşarî ye.