Li Metropolan eleqeya ji bo şanoya Kurdî zêde dibe

  • 09:30 21 Sibat 2018
  • Çand û Huner
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Lîstika bi navê 'Bê rû' ya ji aliyê lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamya ya bi KHK'ê hat girtin, li Îzmîrê rastî eleqeyek mezin hat.
 
Lîstika bi navê 'Bê rû' ya ji aliyê lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku bi KHK'ê hat girtin, tê lîstin li Îzmîrê bi hezkiriyên şanoyê re hatin cem hev. Lîstika li Şanoya Ciwana a Qada Fuaarê derket pêşberî temaşevanan.   Jinan diyar kir ku xebatên çand û hunerê ya Kurd rastî sansur û astengiyan tên û gotin divê ji bo hunera Kurd piştgirî bê dayîn.
 
'Huner teşeyê hebûnê ye'
 
Ayfer Nerîman ku ji bo temaşekirina lîstikê hatibû daxuyakirin ku ew li dijî asîmîlasyonê berxwe didin û got huner teşeyê hebûnê ye û wiha got: "Hewl tê dayîn ku Kurdî bê tunekirin. Divê hejmara şanoya Kurd zêde bibe."
Xwendekara zanîngehê Songul Çetîn jî anî ziman ku ew li Îzmîrê hatiye dinê û ji ber vê nikare Kurdî biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez wek Kurdek li metropolê dijîm bi bêrikin şanoya Kurd dipêm.Ji ber ez zimanê xwe li her derê nikarim biaxivim.  Huner pêşî li van astengiyan digire. Ez şanoyê bi nirx dibînim. Çawa min bihist ez hatim."
 
'Tevî zextan hunermendên Kurd hildiberîne'
 
Jina bi navê Hayat Dîzgîn jî destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd hebe hewcedarî bi şanoyê heye û ev hem ji bo moral hem jî ji bo motîvasyonê girînge. Hayatê anî ziman ku jib o şanoya Kurd bê pêşxistin divê qadên hunerê bên avakirin û hunermendên Kurd tevî zextan hunerê hildiberînin.
 
Jina bi navê Hanim Beştaş jî bi lêv kir ku ew dixwaze bi zarokên xwe şanoya Kurd bide temaşekirin û got li bajarên mezin ev ne mumkune û got: "Zarokên min Kurdî fêm dikin lê nikarin baixivin. Bi taybet divê şanoyên zarokan bên zêdekirin. Piştî diçin dibistanê şûnde rewş Kurdiya wan xera dibe."