Salîha Ayata: Divê dibistanan de pirzimanî esas bên girtin

  • 09:15 21 Sibat 2018
  • Çand û Huner
WAN - Li gel ku li cîhanê 21'ê Sibatê wekî Roja Ziman a Cîhanê hatiye îlankirin jî qedexeya li ser gelek zimanan berdewam dike. Yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye ku bi qedexe û bi zexta tunekirinê re rûbirû ye. Perwerdekar û Wêjevana zimanê kurdî Salîha Ayata diyar kir ku mirov bi zimanê xwe heye û ji bo vê jî divê mirov li zimanê xwe xwedî derkevin. 
 
Li gel ku   21'ê Sibatê wekî Roja Ziman a Cîhanê hatiye îlankirin jî hîna zimanê kurdî di bin siya qedexeyan de li hemberî pişavtinê li  ber xwe dide. Di demên dawîn de hin TV, rojname û komeleyên ku bi kurdî xebatên xwe didan meşandin bi weşandina KHK'yan hatin girtin. Der barê 21 Sibatê Roja Ziman a Cîhanê de  perwerdekar û wêjevana zimanê kurdî  Salîha Ayata nirxandin kir. 
 
'Gel bi zimanên xwe heye'
 
Salîhayê  da  zanîn ku ziman danasîna netewa mirov e û got ku li hemberî pişavtinê divê her gel zimanê xwe bide jiyîn û wiha axivi;"Ez Roja Ziman a Cîhanê pîroz dikim. Netew bi hebûna zimanê xwe  netew e. Tiştê ku du mirovan ji hev cuda dike ne çav, por û yan jî dev e. Ya ku mirovan dike netew û ji hev cuda dike di serî de ziman e. Hebûna mirovan ji ziman dest pê dike. Ji ber vê yekê jî hemû ziman gelek girîng in. Her netewek bi zimanê xwe heye. Ji bo her netewekî jî zimanê wî girîng e. Îro di roja heyî de ji ber polîtikayên pişavtinê yên ku tên meşandin, bi zimanên serdest û zimanên ku xwe hêza herî mezin dibînin zimanê xwe li ser gelan ferz dikin. Serdest û dagirkerên heyî ji bo ku xwe bidin jiyankirin divê destpêkê ziman ji holê rabikin. Destpêkê ji guhertineke fizîkî zêdetir destp bi guhertineke fikrî û bîrdozî ya neteweyên bindest dikin. Polîtikayên pişavtinê wisa pêşve dibin."
 
'Divê di dibistanan de pirzimanî esas bên girtin'
 
Salihayê bi lêv kir ku li gorî neteweyên demokratîk xweserî û girîngiya zimanan heye û wiha berdewam kir;"Tu zimanên cîhanê ji yekê din dewlementir yan jî kêmtir nîne. Polîtikayên ku li Rojhilata Navîn tên meşandin polîtikayên giran in. Berdewamiya şeran bi dawî nabe. Li gel şeran pişavtin derdikeve holê. Pirzimanî li  Avrupayê pir girîng tê dîtin. Divê li dibistanan pirzimanê esas bê girtin. Ziman ne xetere ye. Ji ber vê yekê jî divê hemû ziman bên parastin. Heta ku ji wan neteweyên zimanê wan li ber tunbûnê ye yek kes bimîne divê ji bo zimanê xwe bide jiyîn li ber xwe bide. Li Avrupayê li gelek zanîngehan perwerdeyaya pirzimanî esas tê girtin. Ger ku ji 5 netewan 5 kes jî li wê dibistanê hebin jî bi 5 zimanan perwerde tê dayîn. Bi vî awayî ne tenê zimanek pirzimanî pêşve diçe. Li welatekî ku gelek netew hebin divê  li wir pir zimanî jî hebe. Divê qadên ku ziman bên parastin, bên avakirin. Ger ku perwerdehiyek yek zimanî be ev ne parastina zimanan parastina yek zimanî ye û navê vê jî faşîzm e. Divê ji her zimanekî cîhanê re heman girîngî bê nîşandin."
 
'Ziman xweşikbûna mirovahiyê ye'
 
Salihayê herî dawî bang kir ku divê herkes xwedî li zimanê xwe derbikeve  û wiha pê de çû;"Di bin siya şeran de ziman jî ber bi wendabûnê ve diçin. Niha herî zêde li Rojhilta Navîn zimanên cûr bi cûr hene. Ev yek jî wê herêmê dewlemendtir dike. Divê ev ziman neyên windakirin. Divê her zimanek bê parastin. Tu ziman bê nirx nîne. Her zimanek alfebaya rastiyê ye. Ger ku zimanê mirov nebe ji xwe  hebûna mirov jî tune ye. Ji ber vê ez bang  li gelan dikim ku bila destûrê nedin zimanê wan wenda bibe. Bila hewl bidin ku zimanê xwe bidin jiyîn. Ziman xweşikbûna mirovahiyê ye."