16'emîn Mîhrîcana Gerok a Fîlmmorê ya Fîlmên jinan dest pê dike

  • 14:10 20 Sibat 2018
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - 16'emîn Mîhrîcana Gerok a Fîmmorê ya Fîlmên Jinan di navbera 10'ê Adar û 10'ê Gulanê de li 8 bajaran bi temaşevanên xwe re tê gel hev.
 
Vê salê 16'emîn Mîhrîcana Gerok a Fîlmên Jinan a Fîlmmorê ku ji aliyê Kooperatîfa Jinan a Fîlmorê bi armanca bi jinan ji bo jinan çêkirina sînemayê hat avakirin di 10'ê Adarê de li Stenbolê tê destpêkirin. Mîhrîcana ku di 10'ê Adarê de wê li Stenbolê bê destpêkriin wê hata 10'ê Gulanê li Trabzon, Îzîmîr, Antalya, Bodrum, Mêrsîn, Adana ku Amed jî di nav de ye li 8 bajaran bi jinan re bê gel hev.
 
Di mîrhrîcanê de wê vê salê jî jin fîlmên ku jinan derhineriya wan kiriye û bi kamerayên jinan hatin kişandin temaşe bikin. Li cîhanê û li Tirkiyeyê bi 48 fîlman re  wê gotûbêj, atolye û bernameyên cûr bi cûr bên li darxistin. Herwiha wê di mîhrîcanê de ji bo zarokan jî bername bên amadekirin.
 
Dîroka çalakiyên ku wê li bajarên cuda cuda bên lidarixstin wiha ye: 
 
*Stebol, 10-17'ê Adarê,
 
*Antalya 23 -25'ê Adarê, 
 
*ÎZMÎR 30'ê  Adarê-1'ê Nîsanê,
 
*Trabzon, 6-7'ê Nîsanê,
 
*Bodrum 13 -15'ê Nîsanê,
 
*Mêrsîn 20 -22'yê Nîsanê, 
 
*Edene 27-29'ê Nîsanê, 
 
*Amed,  4-6'ê Gulanê.
 
Piştî mîhrîcana ku wê ji aliyê Fîlmorê ve bê ve bê lidarxisitn wê mîhrîcan di çarçoveya Uçan Supurge de heta 17'ê Gulanê berdewam bike.