Têkoşîna jinan wê mohra xwe li mîhrîcana fîlmên Kurd a Londonê bide

  • 10:22 20 Sibat 2018
  • Çand û Huner
Melîke Gul Demîr 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yeşîm Yaprak Yildiz a di Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Kurdan ku di navbera 13-23’ê Nîsanê de li Londonê pêk tê cih digire wiha got: “Hem di alî fîlmên di mîhrîcanê de tên nîşandan hem jî ji ber mijarek rojane ya li Kurdistanê ye, tevgera jinê wê di vê mîhrîcanê de cihekî girîng bigire.” 
 
Serlêdanên ji bo Mîhrîcana Fîlman a Londonê ku di navbera 13-23’ê Nîsanê de pêk tê bi dawî bûn. Mîhrîcan diyariyî derhêner Mehmet Aksoy ê li Reqayê jiyana xwe ji dest da tê kirin. Ji komîteya amadekar a Mîhrîcanê Yeşîm Yaprak Yildiz der barê amadekariyan de axivî û wiha got: “Hem di alî fîlmên di mîhrîcanê de tên nîşandan hem jî ji ber mijarek rojane ya li Kurdistanê ye, tevgera jinê wê di vê mîhrîcanê de cihekî girîng bigire.” 
 
‘Fîlmên jinan digre navenda xwe jî hene’ 
 
Yeşîmê diyar kir ku fîlmên pirsgirêka jinan û têkoşîna jinan digire dest jî wê hebin û wiha got: “Gelek fîlmên ku pirsgirêka jinê û têkoşîna jinê vedibêjin jî hene. Ligel mijarên têkoşîna jinê û şîdeta li ser jinê, fîmên pratîka azadbûna jinê ya di tevgera kurd de jî wê hebin. Tevgera jinan wê di mîhrîcanê de cihekî girtîng bigire. Ji bilî nîşandana fîlman em panelekê jî plan dikin.” 
 
‘Armanc sînemaya Kurd li cîhanê bê nasîn’ 
 
Ferhan Stêrk jî der barê ku mîhrîcan bi kîjan armancê pêk tê agahî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî min yek armanca wê heye; nasandina sînemaya kurd li cîhanê ye. London yek ji navendên girîng ya hunerê ye. Em dixwazin sînemaya kurd di arenaya sînemaya cîhanê de bi reng û nasnameya xwe cih bigire.” Mîhrîcan îsal têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tê meşandin jî wê bike mijar û sedema vê jî Ferhanê wiha vegot: “Sînema ji hişê civakê, ji tiştên tên jiyîn, nikare cuda bê girtin. Me mijarek wisa hilnebijart. Mijarê hat me dît. Wek her sal fîlmên tên çêkirin mijara mîhrîcanê diyar dikin.” 
 
Ferhanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku mîhrîcan di heman demê de hilberîna hewldanek kolektîf e û got mîhrîcan bi ekîbeke dildar a mezin tê meşandin.