Rindêxan bi berxwedana xwe bû lehenga têkoşîna jinên kurd

  • 10:13 17 Sibat 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Ji dîrokê û heta niha jinên kurd tu car xiyanet û teslimiyet qebûl nekirine û di her serhildanan de pêşengiya berxwedanê kirine. Ji van jinan yek jê jî jina kurd Rindexan e ku di serhildana 1926'an a Sasonê  de tevlî serhildanê dibe ku îro bi dehan jinên kurd li ser şopa wê li ber xwe dane û li ber xwe didin e.
 
Dema ku mirov li dîroka Kurdistanê dinêre bi dehan serhildan hatine kirin û jinên kurd jî di hemû serhildanan de wekî roja îro ku di serî de li Rojava li çar parçeyên kurdistanê li ber xwe didin, di dîrokê de jî li ber xwe dane û tû caran bê rûmetî qebûl nekirine. Ji van jinên navdar ku di dîrokê de li ber xwe dane yek jê jî jina kurd Rindexan e ku di serhildana 1926'an a Sasonê  de tevlî serhildanê dibe û piştî ku bi birîdarî dîl tê girtin ji ber ku têkçûnê qebûl nake ji destên dijmin direve û ji ser Pira Mala Badê xwe diavêje Çemê Elihê ye. 
 
Kemalîstên tirk ji bo ku desthilatdariyê ji Osmaniyan bigirin bi kurdan re gelek hevdîtin kirin û kongre pêk anîn ji bo ku kurd jî li gel wan cih bigirin. Lê piştî ku Komara Tirkiyeyê di 1923'an de hat avakirin û şûnde dîsa kurd hatin xapandin. Kurdên ku dîtin hatine xapandin li gelek herêman dest bi serhildanê kirin. Ji van serhildanan yek jê jî Serhildana Sasonê ango a mala Eliyê Unis e. Piştî ku Kurd hatin xapandin kemalîstan dest bi qirkirina kurdan kir. Li dijî vê qirkirinê piştî avakirina komarê li gelek herêmên Kurdistanê kurdan dest bi serhildanê kir. Di van serhildanên ku hatin kirin de bedela herî giran wekî her carê zarok û jinan da. Lê jinên kurd jî li hemberî van êrîşan bêdeng neman û cihê xwe di hemû serhildanên ku hatin kirin de girtin û bi lehengî navê xwe li dîrokê nivîsin.
 
Serhildana Sasonê
 
Li Sasonê jî li dijî înkarkirin û qirkirina kurdan wekî li gelek deverên Kurdistanê di sala 1926'an de di pêşengiya Malbata Eliyê Unis de serhildan hat destpêkirin û Mihemedê Eliyê Unis ji serhildanê re pêşengî kir. Wekî hemû serhildana di vê serhildanê de jî jinan cihê xwe gitiye. Ji jinên leheng ên ku di serhildanê de cihê xwe girtine yek jê keça mala Eliyê Unis Rindexan e. Rindexan a ku bi lehengî li ber xwe dide piştî ku serhildan têk diçe wekî gelek serhildêran bi birîndarî dîl tê girtin û dikeve destê leşkerên tirk. Lê Rindexan têkçûnê qebûl nake. 
 
Rindexan bê rûmetiyê qebûl nake
 
Rindexan a ku dîl tê girtin bi qasî lehengiya xwe bi xweşikbûna xwe jî navdar e. Li hemberî vê xweşikbûna Rindexanê fermandarê arteşê matmayî dimîne û Rindexanê tacîz dike. Rindexan ji Fermandarê arteşê re wiha dibêje:"Dibe ez hatibim dîlgirtin lê li ser xaka xwe ez nikarim bi te re bim. Ger ku tu di nav sînorên xaka min de  destdirêjiyê li min bikî ez ê xwe bikujim."Li hemberî vê bersiva Rindexanê fermandar ji Rindexanê dipirse 'Sînorên we li ku derê ne?" Rindexan bersiv dide û wiha dibêje "Çemê Elîhê sînorê me ye. Piştî pira Malabadiyê tu dikarî her tiştekî bikî. Piştî ku tên ser riya pira Malabadê Rindexan ji  fermandar re dibêje "Ez dikarim herî dawî li xaka bav û kalên  xwe binêrim" Piştî ku Rindexan destûr distîne bi van gotinan dawî li jiyana xwe tîne.
 
"Ez im rinda Rindexan
 
Keça mîr û çiyan
 
Ey tirkê tacik
 
Karê we çi ye li van ciyan
 
Rinda bûye namdar
 
Ez dimirim, birîndar û bê zar
 
Teslim nabim destê neyar û naçim bê ar”
 
Ji rindexanê hetanî Zerîfe, Besê û Bêrîtanan...
 
Her jineke kurd dibe şopdara Rindexanê. Rindexan Zerîfe, Besê û Bêrîtan li her deverên Kurdîstanê belav dibin û li hemberî xiyanet, teslimiyetê ala azadiyê bilind dikin.