Şanoya Tevgerên Bajêr: Li Sahneyên têkoşîna veguhestina bajarvanî heye

  • 10:06 17 Sibat 2018
  • Çand û Huner
Leyla Ozkaynak
 
STENBOL - Nûnera Tevgerên Bajêr a Stenbolê Çîgdem Şahîn çîrokava avakirina Şanoya Tevgerên Bajar vegot. Çîgdemê diyar kir ku wan têkoşîna veguhestina bajarvanî ya li kolanê dest pê kiriye birine ser sahneyê û wiha got: “Li dijî şert û mercên awarte yên li vî welatî ji bo em bi rêyên cuda peyamê bidin civakê û civakê ronî bikin, alava herî bi bandor huner bû.”
 
Aktîvîstên Tevgerên Bajêr ên Stenbolê  pirsa  ‘bi zehmetbûna têkoşîna kolanê re, em dikarin di bin navê veguhestina bajarvaniyê de hilweşînê ji gel re çawa vebêjin’ pirsîne û Şanoya Tevgerên Bajar ava kirine. Nûnera Tevgerên Bajêr a Stenbolê  akademîsyen Çîgdem Şahîn pêvajoya avakirina Şanoya Tevgerên Bajêr vegot.
 
‘Wê demê me rayagiştî ava kir’
 
Çîgdemê diyar kir ku Tevgera Bajêr a Stenbolê ewil bi têkoşîna kolanê dest pê kiriye û piştre li ser xeta Fener, Balat û Ayvansarayê  projeya xwe pêş xistine û bi gelê taxan re ketine piştevaniyê. Çîgdemê daxuyakirin ku bi vî awayî Tevgera Bajêr bi rêxistin kirine û  got têkoşîna kolanê dane, kampanya dane meşandin, doz vekirine û çapemenî û zanîngeh jî bi kar anîne û rayagiştî ya mezin ava kirine.
 
‘Têkoşînek hatiye qezenckirin’
 
Çîgdemê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Têkoşîna Fener, Balat û Ayvansar, têkoşînek girîng a li Tirkiyeyê hatiye qezenckirin e.  Xilaskirina di alî nirxên arkeolojîk û mîmarî de gelek baş e, lê mixabin li wek Fener û Balatê, li cihên din heman serkeftin nehatiye bidestxistin. Mixabin pêvajoyek cidî ya hilweşînê pêk hatiye. Mînak  Tarlabaşi, Ayvansaray, Toplu Dede, Suleymaniye taxên dîrokî yên ji vê pêvajoyê bi bandor bûne.
 
Çîgdemê bi lêv kir ku bi taybet bi OHAL û KHK’ê têkoşîna kolanê zehmet bûye û got çapemeniyê bandorek mezin li ser mirovan kiriye û di encama şuştina mêjiyan de her kes di qada sanalê de dijî.
 
‘Alava herî bi bandor huner e’
 
Çîgdemê pêvajoya avakirina şanoyê jî wiha vegot: “Ji bo em civakê ronî bikin me got em dikarin çi bikin. Me biryar da ku alava herî bi bandor huner e. Li ser vê me koma Şanoya Tevgerên Bajar ava kir. Çîroka tê vegotin çîroka me ye.”
 
Lîstika ku derhêneriya wê Enîs Riza Sakizli kiriye û çîrokên veguhestina bajarvanî tê vegotin, provayên wê hîna didomin. Tê plankirin ku lîstik di biharê de derkeve pêşberî temaşevanan.