Ji bo lîstika Kurdî sansura sahneyê

  • 09:29 10 Sibat 2018
  • Çand û Huner
STENBOL - Ekîba TJN ya şanoya Kurdî dike, şaredariyên Stenbolê û şanoyên taybet sahneyê nadin wan. Rûgeş Kirici diyar kir ku ne lîstik ziman dibe pirsgirêk û got: “Li dijî zimanê Kurdî helwestek neyînî heye. Lê em sondxwarîne ku xwe bigihînin temaşevanan. 
 
Teatre Jiyana Nû (TJN) ku bi Kurdî şanoyê dike ji bo lîstika xwe ya Bêrû bilîzin sahneyê nabînin. Şaredariyên Bakirkoy, Şîşlî, Beşîktaş, Ataşehîr, Maltepe û Kadikoyê sahne nedan lîstikê. Rûgeş Kirici diyar kir ku heta niha tenê şaredariya CHP’ê ya Çankayayê ya Enqereyê sahne daye wan û ev jî bi zor pêk anîne û got li ser şanoya Kurd sansur heye. Rûgeşê di berdewamiyê daxuyakirin ku tu şaredariyên Stenbolê ji ekîba TJN re deriyê xwe venake û wiha pê de çû: “Em nafikirin ku lîstik nayê xwestin an jî hatiye qedexekirinê ye. Kes bi naveroka lîstikê re eleqeder nabe. Bi zimanê lîstikê re pirsgirêkan dijîn. Li dijî Kurdî helwestek neyînî heye. Sansurek veşarî heye. Rûgeşê bi lêv kir ku salonên taybet jî gotine ‘salonên me vê mehê tije ne’ û salon nedane wan û got ji ber împaratoriya tirs û fikaran hatiye afirandin kes salonê nade û got sansurek veşarî heye. 
 
Rugeşê di berdewamiyê de got: “Em ji bo xwe bigihînin temaşevanan em gelek kedê didin. Em sondxwarîne ku xwe bigihîn temaşevanan. Li cîhanê çend lîstikvan li ser sahneyê hatine binçavkirin. Me li dijî şaredarî û şanoyên taybet alternatîfên xwe ava kir. Rûgeşê agahiyên derbarê ku di rojên pêş de wê lîstik di kîjan rojan de bê lîstin parve kir. Bernameya Sibatê ya lîstikê: 16’ê Sibatê: Sahneya Mezopotamya 18’ê Sibatê: Salona Şanoyê ya Ciwanan a Parka Çandê ya Îzmîrê 22,23,24,25’ê Sibatê: Şanoya Bajar a Amedê 27’ê Sibatê: Navenda Çanda Yaşar Kemal a Edenê