Li dijî jiyana zor û zehmet têkoşîna jiyanê: Hêkê

  • 21:05 2 Sibat 2018
  • Çand û Huner
 
 
AMED- Reqsa bi navê Hêk ku cara yekem li ser Dika Moda Kadikoyê derketibû pêşberî temaşevanan  cara duyem jî li Şanoya Bajar a Amedê de derket pêşberî temaşevanan.
 
Navenda Çanda Mezopotamya Stenbolê (NÇM) bi lîstika navê Hêk  cara yekem li ser Dika Moda Kadikoyê derketibû pêşberî temaşevanan. Reqsa Hêk cara duyem jî  li Şanoya Bajar a Amedê di saet 19:00’an de derket pêşberê temaşevanan. Reqs ji çar kesan pêk tê û koreografa wê jî Îsmet Koroglu dike. Reqsa ku li Şanoya Bajar a Amedê derket pêşberî temaşevanan û saetekê domiya rastî eleqeyek gelek mezin hat.
 
Mijara reqsê têkoşîna ku li dijî jiyana zehmet tê dayin e. Piştre rexs bi çepikên temaşevanan bi dawî bû.