Xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî û bû dengbêj

  • 09:18 27 Çile 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Li Kurdîstanê her komkujî û her efsaneyeke kurd bi wêjeya devkî heta îro hatiye. Di kilaman de leheng jî hatine afirandin û kesên ne baş jî. Li Wanê jina ciwan Pervîn Kaplan ku ji zarokatiya xwe de her xeyaleke wê hebû ku ew jî dengbêjî bû ev xeyala xwe pêk anî û niha bi dengbêjiyê ji çand û hûnera kurd  re dibe ronahî. 
 
Kevneşopî û çanda dengbêjiyê di nav hunera kurd de xwedî cihekî watedar û girîng e. Di demên berê de bi taybetî dayikan zarokên xwe bi lorîn û kilamên dengbêjan mezin kirine. Her komkujî û her efsaneyeke kurd bi wêjeya devkî heta îro hatiye. Ji ber  qedexeya li ser zimanê kurdî  û zilma mêrên desthilatdar, jinan di dengbêjiyê de zêdetir cih girtîn e û hestên xemgînî û kêfxweşiya xwe bi stranan ango bi dengbêjiyê anîne ziman. Piştî demeke şûnde dengbêjî ji jinan re dibe qêrîneke bêdeng. Li Wanê jina ciwan a bi navê Pervîn Kaplan (18)  çanda dengbêjiyê ji nifşên nû re radigihîne. 
 
‘Dengbêjî ji min re dengek ji bihuştê bû’
 
Pervîn a ku ji zarokatiya xwe de bala wê diçe ser dengbêjiyê niha  dengbêjiyê dike. Pervînê bi lêv kir ku Dengbêjî ji wê re mîna qêrîneke dûr bû û wiha axivî: ”Ez ji Geverê me. Min di zarokatiya xwe de her tim dengbêjî meraq dikir û min dixwest bibim dengbêj. Dapîr û dayikên me em bi kilam û lorîkan radizandin. Di zarokatiyê de ev deng ji bo min dengek ji bihûştê bû. Strandin ji zarokê xwe re sohbetkirin bû. Li aliyekî jî ji dûrbûnê re dengekî bêxwedî bû. Dengbêjîyê her tim hesteke pir cuda daye min. Di zarokatiya xwe de ez her tim ditirsiyam ku kilamekê bêjim. Dengbêjî di dilê min de tirseke wenda bû. Destpêkê vê tirsê nedihişt ku ez bistirêm. Em ev  3 sal in li Wanê ne. Piştî ku em hatine Wanê hinek tişt guherîn. Mereqa min a li hemberî dengbêjiyê zêdetir bû û min biryar da ku ez di dengbêjiyê de xwe pêşve bibim û perwerdeyê bibînim. “
 
‘Divê dengê jinên dengbêj qut nebe’
 
Pervînê anî ziman ku herkes dengbêjiyê mîna hunera pîr û kalan bi nav dike û got ku ew dixwaze bi stranên xwe qêrîna wenda biafirîne û wiha berdewam kir:”Di dîrokê de her tim kurdan bi stranan çanda xwe pêş xistine. Ji berê û heta niha li ser gelê kurd bindestiyek heye. Pêwîst e ku ev zilm jî neyê jibîrkirin. Pêşiyên me her tim gotine ger ku gelek dîroka xwe  nas neke, wê demê pêşeroja wan  tuneye. Ez jî niha dixwazim bibim şopdara van şîretan. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim her ciwanek ji çanda xwe hez bike û nas bike. Herkes matmayî dimîne. Lê nizanin ku em di zarokatiya xwe de ji aliyên dayikên xwe ve di warê dengbêjiyê de ji xwe hatine perwerdekirin. Di vê demê de jin êdî mîna berê dengbêjiyê nakin. Sedema wê jî ji ber nebaşbûyina pêvajoyê ye. Dengê jinan divê qut nebe. Pêwîst e her kurdek dengbêjiyê bi wate bibîne. Çiqas ji destên me bê  em dengbêjiyê dewlemendtir û mezintir bikin.”
 
‘Di her gotineke stranan de efsaneyek heye’
 
Pervînê da zanîn ku ew dixwaze di pêşerojê de dengbêjiyê bike û wiha pê de çû:” Ez niha dengbêjiyê dikim. Hîna kêmasiyên min hene. Eyşe Şan, Meyrem Xan û Fatma Îsa ji bo ku dengbêjî pêşve biçe têkoşînek mezin dane. Ji bo ku dengbêjî wenda nebe divê dayikên me  ji nifşê nû re her tim dengbêjan bidin guhdarkirin. Ez gava ku stranan dibêjim kelecan û hêstên cuda di laşê min pêk tên. Di her gotina stranekê de  efsaneyek heye. Ez gava ku strana Ehmedo Ronî dibêjim, ez di wê klamê de dibim Besna. Hesteke pir xweş û bi wate ye. Di stranên dengbêjan de her tim yan leheng an jî nebaşek heye. Mirov gava dengbêjan bi baldarî guhdarî dike, mirov tiştê ku ew dixwazin vêbejin fam dike. Hem mirov dîroka xwe fêr dibe hem jî hêstên mirov pir bi kûr ve diçin. Ez dixwazim her ciwanek di dengbêjiyê de xwe pêşve bibe û li çanda xwe xwedî derbikeve. “