Odeyek aydê çanda Kurd

  • 09:07 22 Çile 2018
  • Çand û Huner
Dîlan Babat
 
WAN - Behîce Abî ku  odeyek xwe bi hilberînên keda destan a aydê çanda Kurd tije kir wiha got: “Ev hemû çanda me ne. Niha çanda me her diçe wenda dibe. Ez jî hewl didim li mala xwe vê çandê bidim jiyîn.”
 
Em dibin mêvanên ‘odeya’ jineke ku pêşniyara Vîrgînîa Woolf ya ‘bila odeyeke aydê we hebe’ xist faaliyetê. Ev ode hinek cuda ye. Behîce Abî ya li taxa Xaçort a Wanê rûdine, motîf û alavên çanda Kurd ên 50 sal berê ji dayika hevjînê wê û jinên derdora wê maye, di odeyek xwe de kom dike. Di odeya ku bêhna çand û dîroka  Kurd jê tê, ji papikan, bêrikan, melhefên keda destan pêk tê.
 
‘Şopa wan heye’
 
Behîceyê diyar kir ku dayika hevjînê wê 15 sal berê wefat kiriye û ewil ji bo armanca wê hilberînên keda destên wê vedişêre. Piştî vê çanda Kurd li odeyek mala xwe dide jiyîn. Behîce wiha vedibêje: “Niha her tiştê di odeya min de ji xesûya min maye. Goreyên ji bo şivanan, çenteyên bi destan hatine çêkirin û her wekî din.  Hemû alavên min ji destên jinan derketine û şopa wan heye.
 
‘Ya çandê diparêzin jin in’
 
Behîceyê balkişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd û ev tişt anî ziman: “Ev hemû çanda me ne. Niha çanda me her diçe wenda dibe. Ez hewl didim vê çandê li mala xwe bidim jiyîn. Ji berê de yên çanda xwe dane jiyîn jin in. Heta ji destên min bê ez ê çanda Kurd bidim jiyîn. Ev çand a me hemûyan e. Em nedin jiyîn wê ji destên me biçe wenda bibe. Divê em her tiştê ku destê jinan lê ketiye veşêrin.”