Eda ya 14 enstrumanên cuda lê dide:Muzîk jinê azad dike

  • 09:21 16 Çile 2018
  • Çand û Huner
DÊRSÎM - Eda Aggul ya ji 7 saliya xwe heta niha bi muzîkê re eleqeder dibe û 14 enstrumanî bi kar tîne ku ji Pilûra Dêrsîmê ye û diyar kir ku ew dixwaze perwerda muzîkê bide ji her temenî mirov û bi taybet jinan. Edayê bi lêv kir ku muzîk jinan azad dike û  hepsê malê nebin.
 
Eda Aggul ya li Pilûra Dêrsîmê dijî, ji 7 saliya xwe heta niha bi muzîkê re eleqeder dibe. Edayê bi lêv kir ku muzîk alava azadkirin û xwe îfadekirinê ye û got di 8 saliya xwe de mey, ney, zirne û bilûr fêr kiriye û wih agot: “Piştre saz, gîtar, def bi giştî min lêdana 14 entrumanî hîn kir. Ez tercîha xwe li alî dengên xwezayî bi kar tînim.
 
Eda ku ji ber valakirina gundan ji Pilûrê bi malbata xwe re koçî Elezîzê kir, li wir mezin bû û got li taxeke ku Dêrsîmê zêdebûn jiyaye û got: “Mamosteya min Naciye Coşkun piştgirî da min. nota nîşanê min da.Muzîk têgeheke li ser her cureyê statuyê, çîn û zayendê ye.  Ez çûm alîkara gelek xwendekarên ku ketin ezmûna konservatuarê.  Wan jî piştre tiştên hîn kiribûn, fêrî min kirin. Em nebûn mamoste, xwendekar. Me bi hev re hîn kir. Me hev pêş xist. Min hezkirin û rêzdarî ji wan dît. Min li gelek derê konser da. 
 
‘Derfetê bidin xwe’
 
Edayê destnîşan kir ku piştî zewiciye bar kiriye Pilûrê û li mala xwe bi sazê muzîkê berdewam dike. Edayê daxuyakirin ku ew hewl dide zarokên xwe bi muzîka aydê çanda xwe mezin bike û ev tişt vegot: “Ez dixwazim li Pilûrê muzîkê fêrî her kesî bikim. Ji her temenî, jin û kes. Li Pilûrê mala muzîkê tine û dixwazim bi taybet muzîkê fêrî jinan bikim. Bila jin li temen mêze nekin.Bila tenê hespê malê nebin. Her kesê eleqeya wan heye dikare hîn bikin. Muzîkê jinê azad dike. Derfetê bidin xwe.”