Jinan bi motif û nexşên cûr bi cûr jiyan bi wate kirine

  • 09:09 15 Çile 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Li  Kurdîstanê herî zêde çand û hûnera destan bi saya afirinerî û hilberîna jinan pêşve çûye. Ji dîrokê heyanî niha jinan ji her nexş û motîfekî jiyan bi wêneyê ajalan, rihekan û veqetandekan bi wate kiriye. 
 
Ji berê de jinên herêma Wan û Colemêrgê bi hûnera destan afirîneriyeke cûr bi cûr derxistîne holê. Jinan bi taybetî girîngî daye hûnera destan û li gel afirandina hûnera destan her jan û kêfxweşiyek xwe li ser berikan nexş kirîne. Jinan hem afirandine hem jî hilbirîn kirîne. Motîfên ku li ser berikan têne çêkirin ji bo jinan wateyeke mezin e. Tê gotin ku nexşên li ser berikan tên çêkirin rewşa jinan û hêstên jinan aşkere dikin û jinan li ser berikan hêstên xwe nexş kirîne. Nexş û motîfên ku reng û reng têne çêkirin ji hêstên kêfxweşî, aramî, xemginî daxwazî, evîndarî û ji hev veqatandinê têne nexşkirin. 
 
Ji her nexşekirina ajalekî wateyên kûr û girîng
 
Herî zêde motîfên ajalan, rihekan û motîfên tevlîhev têne hilbijartin. Di wan deman  de nexşkirina motîfên ajalan dihate wateya tercûmekirina hêstên jinan. Ger ku li ser berikan dûpîşk hatiba nexşkirin ev tê wateya  parastin û tê gotin ku ev motîfe giyana şeytan temsîl dike. Di motîfên mar de jî baweriya baranên bi bereket nîşan dide. Her wiha jinan di nav motîfan de herî zêde    qilonçê beranan bi kar anîye. Nexşekirina qolinçê beranan jî tê wateya kêfxweşî,rehm, ber û lêhengiya hêzê û li hemberî vê yekê ji xweda şûkûrkirin heye. 
 
Li ser berîkan herî zêde dara jiyanê dihate bi kar anîn
 
Her wiha di motîfên ku li ser berikan de çêdikin piştî ajalan herî zêde rihek têne tercîhkirin. Di nav motîfên rihekan de herî zêde dara jiyanê tê bikaranîn. Ev dar jî ji bo jinan dihate wateya bêdawîbûna jiyanê. Jinan ji xeynî motîfên ajal û rihêkan ji asîmanan jî stêrk nexş kirîne. Stêrk jî tê wateya hilberîn û hûnandina jiyanê û ronahiyê temsîl dike. 
 
Ji por dirêjiyê heyanî avê…
 
Ji motîfên veqetandeka  mîna guhar û gûstîl jî zayendiyê temsîl dike. Jin bi van tenêre jî bi sînor nema ne jinan li ser motîfên xwe mirov jî nexş kirîne. Tê gotin ku ev ji çanda Şamanan tê.  Tê gotin ku di demên berê de jinên por dirêj ne zewicî bûn. Jinên ku dizewicîn piştre pora xwe jê dikirin. Jinan di wan deman de ev motîf jî li ser berikan nexş kirîne. Di nav motîfan de riya avê jî ji bo mirovan girîngiya avê nîşan dide. 
 
Bi saya hilbirîn û afirineriya jinan  her tişt bi wate bû ye
 
Jinan bi çêkirina berikan hem debara xwe dikirin hem jî ji her amûrek û xalîçeye bi saya ben û afirandina xwe hildibarandin. Di wan wextan de  jinên ku di berik çêkirinê de serkeftî û afiriner ji aliyê jinan ve  navê wan li berikan dihat kirin. Jina bi navê Gulsarya jî yek ji wan e. Gûlsarya di berikçêkirinê de ji ber serkeftîna xwe nav û dengê wê belav dibe û zêdetir li herêma Colemêrg û Wanê ji aliyê jinan ve berika Gûlsarya tê çêkirin.