Jina li dijî asîmîlasyonê bi stranên xwe li ber xwe dide: Gulîstan Tokdemîr

  • 09:04 15 Çile 2018
  • Çand û Huner
Duygu Cînîvîz
 
AMED - Gulîstan Tokdemîr ku bi stranên dibêje, çanda kurd dide jiyîn, zextên li ser çanda kurd û bêtehemuliya li dijî wê wiha vegot: “Min bi cil û bergên xwe deng da stranên li ber tinebûnê. Li gelek cihî em derketin ser sahneyê, ceyran hatin birîn an jî hatin betalkirin. Lê em ê bi cesaret stranên xwe berdewam bikin.
 
Gulîstan Tokdemîr ya ji Semsurê tevlî civina bi ser navê ‘Jin pêvajoyê nîqaş dikin’ ya li Amedê pêk tê bû, bi cil û bergên xwe yên herêmî, eleqeyek mezin dît. Gulîstan ev 7 sale li ser muzîka etnîk dixebite û stranên aydê Semsurê yên veşarî mane ji nû ve distirê û hewl dide bi civakê bide qebûlkirin. Gulîstanê wiha got: “Em ê xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Ez bawer dikim wê jin bi vê cesareta çandî zêdetir azad bibe. Li Semsurê polîtîkaya asîmîlasyonê zêdeye, malbat bi zarokên xwe re kurdî naxivin, lê em xwedî li zimanê xwe derketin û em ê stranên xwe her tim bêjin.”
 
‘Em nikarin ji heqîqeta xwe dur bikevin’
 
Gulîstanê daxuyakirin ku  ji ber stranên Kurdî distirê û cil û bergên netewî li xwe dike pir zehmetî kişandiye û ev tişt bi lêv kir: “Ez stranê herêma me bi Tirkî û Kurdî distirêm.  Heta dixwazim yên Kirmckî jî bêjim. Bêguman ez li ser sahneyê rastî zehmetiyan hatim. Lê mirov jinek Kurd bin, zehmete. Ji ber bi cil û bergên herêmî derketim ser sahneyê min gelek bertek girtin. Digotin ‘çima bi van cilan derdikevî ser sahneyê, cilên modern li xwe bike.’Ev vê meseleyê wek reva ji heqîqeta xwe dibînim. Ev tabloyek gelek bi êşe. Bi cil û bergên neteweyî derketina ser sahnê watedartire. Tevî her zor û zehmetiyê ev 7 sale ez bi şal derdikevim ser sahneyê. Li Semsurê polîtîkaya asîmîlasyonê zêde tê kirin. di demên dawî de zêde bûye. Ez bi cil û bergên xwe deng didim stranên hatine jibîrkirin.Li gelek cihên em derketin ser sahneyê, ceyran hatin birîn, konser hatin betalkirin.”
 
‘Em dîroka xwe baş nizanin’
 
Gulîstan ku di heman demê de keça dengbêj Haşîm Tokdemîre jî wiha got: “Ez bi bavê xwe re stranên Semsurê lêkolîn dikin.Em agahiyên veşarî mane kom dikin. Em xwedî dîrokek xurtin lê em vê dîrokê baş nizanin. Bi taybet zarok û ji wan eleqeyek mezin nîşanê Kurdî didin.  Emê xwedî li zimanê xwe derkevin.”