Şanoya Mencel bi lîstîka Palyaçoyê Wenda derdikeve ser dikê

  • 09:11 11 Çile 2018
  • Çand û Huner
Zeynep Turgut
 
WAN - Şanoya Mencelê ya ku her meh bi lîstiên cur bi cur derdikeve ser dikê di meha çileyê de jî bi bernameya xwe ya têr û tijî li gel temaşevanê xwe ye. Şanoya ku di navbera 5 û 6'ê mehê de bi lîstika 'Heft û heşta du kesn' derket pêşberî temaşevanê xwe wê di rojên pêşiya me de jî bi listikên xwe yên cur bi cur ku bi kurdi pêşkêş dike derkeve ser dikê.
 
Li Wanê ji aliyê jinan ve ji bo şanoya alternatîf şanoya Mencelê ku bi kurdî lîstikên xwe pêşkêş dike bi pêşengiya jinên şanoger hatibû vekirin. Şanoya Mencelê di meha çileyê de jî bi lîstikên xwe yên cur ku amade kirine derdikeve ser dikê. Şanoya ku bi lîstika xwe ya 'Heft û heşta du kesn' di 5 û 6'ê çileyê de  derket ser dikê wê di rojên pêşiya me de jî bi lîstika xwe yên bi navê 'Mala Bernarda Albay' û  'Palyaçoyê winda' ku derkeve ser dikê. 
 
‘Em bi listîkên xwe dixwazîn bibîn zimanê civakê’
 
Lîstîkvan Dilvîn Abî bi lêv kir ku ew dixwazin îsal perdeyên şanoyê bi lîstîka zarokan vekin û wiha axivi;”Şanoya Mencel bi pêşengiya jinên şanoger hate vekirin. Di şanoya me de lîstîkên bi zimanê kurdî dê bên pêşkeş kirin. Şanoya Mencel xîtabî her civakekê dike. Wan bajarekî xwedî çandeke dewlemend e. Çanda wê jî di warê pêşvebirina şanoyê de dibe derfeteke mezin. Em bi lîstîkên xwe dixwazin bibîn zimanê civak ê. Em ketine sala 2018’an bêgûman saleke  têr û tîjî li pêşiya me heye.  Em bi lîstîkên xwe car caran dibîn jan, car  caran jî dibîn peyamên dîrokî. Her lîstîkek me bûyereke civakî ye. Em hêstên civakî çiqas mezin bikîn ji me şanogeran re ewqas kêfxweşiyeke mezin e. “
 
'Em dixwazin vê salê têr û tijî derbas bikin'
 
Dilvînê bal kişand ser listîkên ku dê meha çileyê bên lîstin û wiha berdewam kir; Bi rastî me xwest em sala 2018’an li gel kene zarokan vekîn. Ji ber wê yekê jî me pêdivî pê dît ku em Palyaçoyê Wenda bilîzin. Her tişt bi kenê zarokan mimkûn e. Lîstîka me jî em bawer dikîn ku dê bi taybetî temaşevanên me yên zarok kêfxweş bike. Me Şanoya Mencel bi lîstîka Mala Bernarda Albay vekir. Em dixwazîn sala 2018’an jî bi lîstîkên xwe yên herî xweşik û bi wate tijî bikîn."
 
'Bernameya Çileyê li benda temaşevan e' 
 
Dilvînê herî dawî bernameya meha çileyê daxuyand û wiha axaftina xwe bi dawî kir;”Li Wanê li hemberî şanoyê û çanda kurd eleqeyeke mezin heye. Em dixwazîn ku ev eleqe mezintir bibe.Piştî ku bernameya me ya meha çileyê aşkera bû me di  5 û 6'ê çileyê de lîstîka bi navê  heft û heşta du kesan pêşkêş kir. Ew lîstîk ji amedê hatibû.  Di navbera 9-20-21'ê çileyê de jî listîka 'Palyaçoyê Wenda heye' û di 13-14'ê  rebendanê jî lîstîka Mala bernarda Albay heye. Em dixwazîn ku hemû temeşavanên lîstikên me temaşe bikin.”